Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bangawaziya mitîngê

16:01

JINHA

STENBOL - HDP, HDK û TUAD bi armanca tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin di 19'ê Tîrmehê de li Metroya Aksarayê dê çalakiyê li dar bixin û xwestin hemû kes tevlî çalakiyê bibin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, Meclîsa HDK'ê ya Stenbol û TUAD'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya wî bikin dê di 19'ê Tîrmehê de li Metroya Aksarayê çalakiyê li dar bixin û têkildarî mijarê de li avahiya HDP'ê ya Stenbol civîna çapemeniyê li dar xistin. Di salona civînê de pankarta "Ji tecrîdê re na ji Ocalan re azadî" hat daliqandin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garok Paylan, Hevserokên HDP'ê yên Stenbol Ayşe Erdem û Cesîm Soylu, Hevseroka TUAD'ê Arîf Yilmaz û Endamê Koordînasyona HDK'ê yê Stenbolê Şamîl Altan tevlî civîna çapemeniyê bûn.

'Tecrîd li hemberî gelan e'

Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erdem diyar kir ku ji bo helwesta dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê biryara çalakiyê girtin û bi vê armancê dê di 19'ê Tîrmehê de roja yekşemiyê seat di 18.00'an de li Metroya Aksarayê çalakiyê li dar bixin. Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê tenê li hemberî kesan nîne li hemberî gelan e û wiha axivî: "Çalakiya em li Aksarayê li dar bixin dê ya yekemîn be.Em dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin."

'Dijmin dixwazin qasidê aştiyê û azadiyê di girtîgehê de bigirin'

Endamê Koordînasyona HDK'ê yê Stenbol Şamîl Altan jî diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser bîrdoziya Ocalan pêk hat û wiha got: "Dijmin dixwazin qasidê aştiyê û azadiyê di hundir de bigirin.Dostên me li cem me ne û em dê bi hev re bibin hêz û têkoşînê bikin." Şamîl bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin.

'Divê hemû kes tecrîdê şermezar bike'

Parlementerê HDP'ê yê Stenbol Garo Paylan jî diyar kir ku AKP'ê zimanê xwe yê çareserî tune dihesiband, dijberî pêktîna di 7'ê Pûşberê de winda kir û wiha got: "Mutabakata Dolmabahçeyê em hemû bi kelecan kiribûn. Lê ji qesrê Recep Tayyîp Erdogan û kesên li derdora wî ji ber çareserî ji wî re serokatiyê nayne got mase û çareserî tuneye." Garo Paylan anî ziman ku li ser Ocalan tecrîd tê maşandin û divê hemû kes tecrîda li ser Ocalan şermezar bike.

(ch)