Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (2) - TAYBET

12:23
TAYBET" class="social-twitter">

Bêrîvan Xalid: Jin di her mewziyê de tevlîbûnek çalak pêk tîne

JINHA

CİZÎRÊ - Bêrîvan Xalid a ji Rêveberiya Konseya Çandê ye ji bo şoreşa Rojava ya dikeve sala 3'yan anî ziman ku pêşengtiya şoreşê jinan kiriye û got: '' Ji destpêkirina şoreşê ya 19 Tîrmeh 2011'an vir ve jinan bi tevlîbûna xwe ya qadên di mewziyên şer de û di hemû qadên din de xwe îspat kirin e.''

Bêrîvan Xalîd a ji Rêveberiya Konseya Çandê ye, der barê şoreşa Rojava ya dikeve sala 3'yan û tevlî şoreşê pêşketina xebatên çandê vegot. Bêrîvan da zanîn ku li Rojava ji alî jinê gelek astengî tê jiyandin û axaftina xwe wiha domand: '' Jin ji ber hişmendiya çanda baviksalarî di xebatên civakî de pir zehmetî dikişand. Piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê 2011'an jinan bi tevlîbûna xwe ya xurt, xwe îspat kirin û pêşengtiya şoreşê kirin. Pergala Xweseriya Demokratîk îro li Rojava hatiye runiştandin û pratîzekirin. Lê berê jin ji ber malbat û civakê di xebatan de pir tengasî dijiyan. Pêkûtiya mêran a li ser jinan pir zêde bû. Lê niha jin di her qadên şoreşê de cihên xwe digrin.

'Rojava xwedî binyatek pirçandî ye'

Bêrîvan bal kişand ku êrîşa hişmendiya desthilatdaran herî zêde li ser çand û nîrxên gelan pêk tê û ji ber vê jî piştî şoreşê giranî dane ser xebatên çandê. Bêrîvan bi bîr xist ku Rojava xwedî binyatek pirçandî ye û wiha pê de çû: '' Her çanda gelekî cuda ye, taybetmendiyên wê hene. Li vir jî gelek navend hene, hin çanda Ereban e, hin jî ya Kurd û Sûryaniya ne û hemû jî ji bo parastina çanda xwe dixebitin. Em jî wek Konseya Çandê dixwazin ku hemû xebatan ji navendek bişopînin û ji bo pêwistiyên wan bibin bersiv.

'Pêşvebirina çandê bi jinê pêkan e'

Bêrîvan da zanîn ku ên çandê pêk tîne jın e û wiha berdewam kir: '' Ên ku çanda me heta vê rojê anîne dayik in. Dayik tenê bi hînkirina ziman jî çanda hezar salan didomîne. Li Rojava ji alî çandê de bingehek runiştandî heye. Çand ne tenê stran an jî şanoye, bi tevahî jiyana civakê ye. Giringiya jinê ya ji alî çandê pir e, lewre pêşvebirina çandê bi jinê û zarokan pêkan e. Zarok pêşeroja vî civakê ye. Dema zarok çanda xwe nizanibe wê di nava çanda gelên din de winde û asîmîle bibin. Ji ber vê jî projeya me ya ' Akademiya Çanda Zarokan' heye. Akademî tenê dê li ser hunerê nebe, wê li gor asta zarokan naskirina çanda xwe, felsefe û bîrdoziyê nêrînekî bide zarokan. ''

Ji bo rewşenbîrên Rojava bangawaziya vegerê

Bêrîvan diyar kir ku jin, ji beriya dîrokê heta niha di parastin û pêşvebirina çandê de rolek girîng lîstine û niha jî di xebatên çandê de herî zêde jin dixebitin. Bêrîvan ji bo rewşenbîrên Rojava jî bangawaziyek kir û wiha axivî: '' Divê tenê bi nivisandina makaleyan xwe bi sinor nekin û vegerin welatê xwe. Li vir êşên gelê xwe bibînin, hîs bikin û li gor vê xebatên xwe bimeşînin. Ji derve nikarin êşên gelên xwe fêm bikin û çareser bikin. Ev dem dema hîlberîn û afirîneriyê ye, dema wan e. Bila werin hunera xwe li vir pêş bixînin, ango gel ji dê bi awayek din wan nepejirîne.''

'Li hember qirkirina çandê xwerexnedayina xwe didim.'

Bêrîvan destnîşanî qirkirina çandê ya bi salane kir û da zanîn ku niha li her qadê xebatên berfireh didin meşandin. Bêrîvan li hemberî qirkirina çandê xwerexnedayina xwe da û axaftina xwe wiha domand: ''Em wek tevgera çandê heta niha xwe baş bi rêxistin nekirin. Ev dîyare ku gelekî li çanda xwe xwedî dernekeve tû kes lê xwedî dernakeve. Ji ber vê jî em dixwazin hemû kesîmên ku xebatên çandê dimeşînin re têkevin nava têkiliyê lewre peywirek me yê din jî parastina hemû çanda ne. Bi heman awayî têkiliya me bi rewşenbîran re jî heye. ''

'Em bi şoreşê re meşiyan'

Bêrîvan anî ziman ku gav bi gav bi şoreşa Rojava re meşiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Şoreşa Rojava şoreşek leşkerî û çandî ye. Li hember êrîşên dijmin xebatên me yê çandê jî hê xurttir berdewam dike. Ji ber vê me di nava salê de 3 mîhrîcana çand û hunerê pêk anî. Li kantonan de navendên me yê çandê û komên mûzikê hene. Niha 10 navendên me yên çandê hene. Dî şoreşa 19 Tîrmehê de ez bawerim ku wek çandê me rola xwe leyistiye.''

' Akademiya jinê ya îdeolojîk dê were vekirin'

Berî şoreşa Rojava jî xebatên me yê çandê hebû lê xebat piranî bi komî dihat meşandin. Piştî şoreşê xebatên me hê berfirehtir bû û niha navendên me hene. Di rojên pêşiya me de êdî di asta akademiyê de em ê xebatên xwe bimeşînin. Niha akademiya me ya bîrdozî heye lê em ê rojên pêşiya me de akademiya jinê jî vebikin. Her wiha xebatên ji akademiya hunerê jî heye. Em niha ji li navenda xwe de amedekariyên akademiya zarokan dikin''

(ch)