Şopa şewata rûyê wê ji ber heskirina axa xwe ye..
12:29
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED - Jina bi navê Remziye Tekîn a 75 salî bi gotinên "Li ser çiyayan qêrîn û girîn bilind dibû" gundê wan ê berê 21 sal çawa hatiye şewitandin vegot. Remziye wê rojê bû şahid ku çawa bûka wê û neviya wê bi saxî hatin şewitandin. Remziye bi şewata rûyê xwe yê ku ji wê rojê maye dijî, li ser bedena xwe berdêla ji axa xwe koçber bûn û vegerîna ser axa xwe hildigire.
Çîrokên jinên ku xetên li eniya wan, kenê ser rûyê wan, destê qirmiçî, di çavên wan de êş û kêfxweşiyên ku beşek jiyana wan li paş maye. Jina bi navê Remziye Tekîn a 75 salî her ku temaşeyî eynikê dike rojek ji jiyana xwe ya ku şop hiştiye dibîne. Remziye di rûyê xwe de şopa ku beriya 21 salan gundê wan hatî şewitandin, bûka wê û neviya wê li pêş çavên wê çawa jiyana xwe ji dest dane heye.
'Qêrîn ji çiyayan bilind dibûn'
Remziye ku bi gundiyên din re vegeriya gundê Henyata Licê ya Amedê hemû tişt weke duh di bîra wê de ye. Remziye da zanîn ku leşkeran bi hinceta "alîkariyê didin PKK'ê" gundê wan dane ber agir û wiha got: "Hemû zilamên gund li zeviyan dixebitîn. Em tenê jin di gund de mabûn. Êvarê balefir digeriyan. Me dît ku ji zeviyan agir radibe. Hêj me nezanî ka çi bûye, me dît ku gund tijî leşker bû. Ne gotin ka li malê kî heye, derfet nedan ku em ji malê derkevin hema yekser mal dan ber agir. Qêrîn ji çiyayan bilind dibûn."
'Kurê min hevjîna wê û neviya min di malê de jiyana xwe ji dest dan'
Remziye bi lêv kir ku di gund de sed kes hebûn, beriya gund biterikînin wan bi çandinî û sewal xwedîkirinê debara xwe dikirin û wiha axivî: "Me her tim ji ber leşkeran zilm didît. Berê jî dewletê dijminatiya gelê Kurd dikir û êrîşî gel dikirin. Piştî ku leşker hatin gund û heqaret li me kirin agir berdan gundê me. Kurê min hevjîna wê û nêviya min di malê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan."
'Li gundê me qetlîam pêk anîn'
Remziye anî ziman ku ew bi laşê xwe yê şewitî bi zorê xwe rizgar kiriye. Remziye diyar kir ku dewletê di sala 1994'an de li hemberî gel êrîşên weke darbeyê pêk anîn û wiha pê de çû: "Gund û malên me şewitandin û em ji warên me koçber kirin. Dema gundê me şewitandin gundiyên li hemberî wan derketin gotin 'ev PKK'î ne' û qetil kirin. Dewletê li gundê me qetlîam pêk anî û dema gund şewitandin sewalên me jî qetil kirin."
Remziye destnîşan kir ku piştî wan gundê xwe terikandin, li taxa Mîsîs ya Yuregîra Edeneyê bi cih bûne. Remziye derbirî ku li Edeneyê têkoşîna jiyanê dimeşand û wiha got: "Em çûn welatekê ku me nasne dikir û em li wir bi cih bûn. Di sala 1998'an de li Edeneyê erdhaja 6.5 çêbû û mala me hilweşiya em perîşan bûn. Êdî me nekarî em li wir bijîn û em di sala 1999'an de vegeriyan Amedê. Piştî vegera gundan destpê kir em jî berî 4 salan vegerîn gundê xwe."
'Em ê dest ji nasname û axa xwe bernedin'
Remziye da zanîn ku dema ew vegeriyane gund tiştek li gund ne mabû lê disa wan dest ji gund bernedane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gundê me ceyran û av tuneye lê dîsa jî me biryarda ku em vegerin ser axa xwe. Em dest ji axa xwe bernedin. Ez ê tiştên ku min jiyaye tu carî ji bîr nekim. Ji berk u em kurdin û li ser axa Kurdistanê dijîn mafê me nadin me. Naxwazin em li ser axa xwe bijîn. Lê em ê tu caran dest ji nasname, çand û axa xwe bernedin."
(aw/ch)