Meheke ji Ecrîn agahî nayê girtin
14:30
JINHA
MÊRDÎN - Li gundê Bêndermemo yê Midyadê mehek berê zaroka 5 salî Ecrîn Tunç winda bû. Ligel hemû xebatên lêgerînê ev meheke ji Ecrîn a biçûk tu agahî nehatiye girtin.
Li gundê Bêndermemo ye navçeya Midyad a Mêrdînê zaroka 5 salî Ecrîn Tunç ji 14'ê Pûşberê ve agahî jê nayê girtin. Ji bo Ecrîn a biçûk ligel ku xebatê lêgerîn tên meşandin jî heta niha tu agahî jê nehatiye girtin. Ji bo lêgerîna Ecrînê ji Enqereyê ekîbek taybet ê lêgerînê hatin lê tu agahî jê negirtin. Ekîbên AFAD û leşker bi kûçikên perwerdekirî yên lêgerînê heta 2 kîlometre dûrî gund li ser şopa wê lêgerîn kirin.
Piştî ku ji Ecrîn agahî nehat girtin, di 3'yê Tîrmehê de xebatên lêgerînê hatin rawestandin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan çû gundê Bêndermemo û malbata Ecrînê ziyaret kir. Mehmet Alî der barê rewşa Ecrîn de agahî ji malbatê girt. Malbatê diyar kir ku dijminahiya wan bi tu kesî re tune ye û li ser vê Mehmet Alî anî ziman ku li gorî çavdêriyên wî ev bûyereke revandinê ye û got: '' Lêgerîna bi helîkoptêrê ya rojekê kêmasiyek e, pewîste ku li gundê derdorê xebatek berfireh were meşandin.''
Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar û Enîse Guneylî jî ji bo balê bikişîne ser rewşa Ecrîn a 5 salî, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistibû.
(ch)