Dayikên Aşitiyê di cejnê de wê li sinorê Kobanê bin
14:48
JINHA
MÊRDÎN - Dayîkên Aşitiyê ya Mêrdînê di cejnê de wê li sînorê Kobanê bin.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Mêrdînê di roja yekemîn a Cejna Remezanê de wê li sînorê Kobanê bên cem hev. Dayîkan têkildarî kampanyaya alîkariya bi gelê Rojava re li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin ew dê roja cejnê li sînorê Kobanê bin. Berdevka Meclîsê Celîle Ozen diyar kir ku fitre û zekatên îsal ji bo gelê Kobanê kom kirin û wiha got: "Em ê alîkariyên ku top kirine dê ji gelê Kobanê re bişînin. Welatiyên me mexdur in. Em dxiwazin hemû kes alîkariyan bişîne." Dayika Celîle bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd û wiha axivî: "Hîn ji dest me bê em dê alîkariya birayên xwe bikin û xwedî li wan derbikevin. Ew zarokên me ne. Em spasiyên li hemî kesên piştgirî dan me dikin. Xwedê alîkariyên wan qebûl bike." Dayîkan diyar kirin ku 3 hezar û 500 TL.ên komkirine dê ji gelê Kobanê re bişînin.
'Di cejnê de em ê li sînor bin'
Emriye Ektîren jî diyar kir ku dê roja cejnê li sînorê Kobanê bin û wiha got: "Sibê cejna Remezanê ye. Ji xwe ji bo me cejn tuneye.Em dê kincên reş li xwe bikin û berê xwe bidin sînorê Kobanê. Em dê li sînorê Kobanê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Di her cejnê de cenazeyên şehîdan tên û dilê me perçe dibe. Di demekî wisa de ji me re cejn pîrozkirin tuneye."
(ch)