Dema binçavkirinê, çek dirêjî zarokan kirin
14:49
JINHA
AMED - Tîmên taybet û polîsên sivîl di saetên sibehê de bi ser mala dayika 8 zarokan Muazzez Aşan a li Sûr a Amedê de girt û bi hinceta tevlî çalakiyan bûye binçav kirin.
Îro saetên serê sibehê de tîmên taybet û polîsên sivîl bi ser mala dayika 8 zarokan Muazzez Aşan (47) ya li taxa Fatîhpaşa ya navçeya Sûr a Amedê ye binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan saet di 05:oo'an de bi ser mala Muazzez de girtin û piştî lêgerîna malê bi hinceta "Tevlî çalakiyên protestoyan bûye û derheqê wê de îxbar heye" binçav kirin. Mûazzez Aşan birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Keça Muazzez Aşan, Şerîfe Aşan bi lêv kir ku dema derî ji polîsan re vekiriye polîsan ew dirêjî erdê kirine û berê çekê dane wê. Şerîfe destnîşan kir ku dayika wê nexweşa şekir e û got ku dema polîsan bi ser malê de girtin ew bêhiş ketiye û tevlî vê jî ew binçav kirine. Şerîfe eşkera kir ku di destê polîsan de lîsteya binçavkirinê heye.
(ch)