Jin: Rojava; cihê xeyalên nivçe temam kirinê ye

11:35

Oykû Dîlara Keskîn/JINHA

STENBOL - Aktivîstên ku di rêxistinên civakên sîvîl ên jin de cîh digrin şoreşa Rojava ya jinê nîrxandin û wiha axivîn: '' Rojava di Rojhilata Navîn de ji bo teşegirtina pergalek nû wê bibe mînak. Ji ber vê jî şoreşa Rojava cewheriya şoreşê ye.''

Salvegera şoreşa Rojava ya 3'emîn li her derê bi kelecanek mezin tê pêşwazî kirin. Li Rojava piştî şoreşê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê zêde bû û li Kobanê berxwedanek bi mehan hate dayîn. Li vir ji ber ku pêşengtiya berxwedanê jinan kir, navê şoreşê jî wek 'şoreşa jinê' hate bi nav kirin. Ji çar aliyê cîhanê jî ji gelek netewên cuda tevlîbûn pêk hat. Ev mînak di dîrokê de çend mînakên taybet wek 1871 li Parîsê, 1921'an de li Kronştad, 1939'an de jî li Îspanya anî bîra mirovan ku xeyalên li vir nîvçe mabû li Rojava hate temam kirin. Pêşengtiya şoreşa Rojava ji alî jinan ve hate kirin û li Kobanê jî jinan xweparastina rewa derxistin pêş. Arîn Mîrxan di vî warî de bû sembola berxwedana Kobanê. Jinên ku li Tirkiyê di rêxistinên jinan de cîh digrin di 3'emîn salvegera şoreşa Rojava de şoreşê nîrxandin û diyar kirin ku bi pêşêngtiya jinên Rojava wê ev sedsalan bibe sedsala jinan.

'Ev sedsal wê ya jinan be'

Denîz Şîmşek a endama KJA'yê ye destnîşanî şoreşa jinê kir û wiha axivî: '' Şoreşa Rojava ya jinê tenê ne li Tirkiyê li hemû cîhanê xelekek nû ava kir.'' Denîz axaftina xwe wiha domand: '' Li Rojava YPG/YPJ bi hev re şer dike. Li wê heremê rastiya demên neolîtîkê tê jiyandin û rastiya jina azad derdikeve holê. '' Denîz bal kişand ku ev sedsal wê ya jinan be lewre di peyama civakî ya li Rojava piştî şoreşê derket holê de jin esas tê girtin û wiha dawî da axaftina xwe: '' ' Rojava şoreşa jinê ye û wê di Rojhilata Navîn de pêşengtiya pergalek nû bike. ''

'Şoreşa Rojava rastiya berxwedayinê anî'

Endama Jina Demokrat a Nû(YDK) Asli Ceren bal kişand giraniya jinê ya di şoreşê de û wiha pê de çû: '' Li Rojhilata Navîn de vê demê şerê hêzên dagirkeran a ji bo hêzgirtinê û yê zîhnîyata mêran a hebûnê bi hev re dimeşiya. Ji ber vê jî ev şoreş divê bi berxwedana jinê were bin av kirin.'' Asli têkoşerên wek Arîn Mîrxan, Sarya, Ozgûr û Kaderan jî mînak da û anî ziman ku bandora vê şoreşê herî zêde li Rojhilata Navîn de şewqa xwe da der û wiha berdewam kir: '' Mînakên wek Ferinaz Xosrowanî, Hatîce Bekîr Alî dide xuya kirin ku çanda berxwedanê di nava jinan de bersiva xwe girtiye.''

'Jin bûn cewhera berxwedanê'

Asli da xuya kirin ku dîroka jinê her tim wek dîroka mexdûriyetan hatiye nivisandin û diyar kir ku bi hêza bexwedana Rojava êdî ev diguhere, Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan mînakên vê guhertinê ye. Asli axaftina xwe wiha domand: '' Jin her tim di demên şer de pasîf bûn lê niha êrîşên herî mezin li ser jinan pêk tê ji ber vê xweparastina jinê mafê herî xwezayî ye. ''

'Jin di şoreşê de diyarker bû'

Fadîme Sozcû ya berdevka SKM'ê ye bal kişand girîngiya şoreşa Rojava ya li ser jinan û wiha axivî: ''Di şoreşa Rojava de jin tenê ne perçeyek şer bû, cewherî û pêşengtiya şoreşê jî kirin.'' Fadîme da zanîn ku hêzên YPJ di alî leşkerî û sîyasî de diyarker bû û wiha pê de çû: '' Di şoreşa Rojava de jinan li hemberî DAÎŞ'ê ya hovane bi hişmendiya zayendî û netewî ber xwe dane û çeteyan ji Rojava paqij kirine.'' Fatma di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jina heta niha di bin dagirkeriya mêran de nikarîbûn ji mala xwe derbikevin niha pêşengtiya jiyanek nû dikin û got: ''Jin fikr û rengê xwe dide civakê û wê ji nû ve ava dike''

'Jinan pêşengtiya jiyanek nû kirin'

Serpîl Kemalbay a endama MYK a HDP'ê û ya Sendîkaya Jinan ÎMECÊ ye destnîşan kir ku şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê derfetek mezin e û wiha berdewam kir: '' Di cîhanê de her tim gelên bindest li hemberî serdestan serî radikin û li Rojava jî heman tişt pêk hat û vê carê serkeftin a gelan bû.'' Serpîl bi lêv kir ku gelê Rojava bi pêşengtiya jinê ji bo jiyanek nû serî rakirine û îlham dane hemû cîhanê.''

'Şoreşa Rojava hêz dide jina'

Ayşe Erdem a Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê ye der barê şoreşa Rojava de axivî û wiha got: '' Li Rojava du şoreş pêk hat. Yek li hemberî hêzên dagirker û DAÎŞ'ê, ya din jî jinan li hemberî hişmendiya feodalîteyê hate dayîn.'' Ayşe da zanîn ku şoreşa Rojava hêz dide jina û axaftina xwe wiha domand: '' Piştî şoreşê makezagona ku hate amadekirin de kotaya ji sedî 40 ji bo hemû saziyan ferz hate kirin û ev jî em dkarin bêjin ku bi encama têkoşîna jinan pêk hat.'' Ayşe bal kişand ku şoreşa Rojava li alî Tirkiyê nehatiye fêmkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Divê em rastiya şoreşê ji jinên Tirkiyê re baş vebêjin ku em zanibin bi riya sîyasetê em jî dikarin makezagonê bigûherînin.''


(ch)