Li Rojava 'Komûnên Malbatên Şehîdan' tê ava kirin

12:54

Roksen Efrin/JİNHA

QAMIŞLO- Di hemu bajarên ku giredayi Kantona Cizirê ye beriya demeki ji bo piştevaniya malbatên têkoşeran were kirin 'Saziya Malbatên Şehîdan' hate ava kirin û li 8 bajarên Kantonê de konferans hate çêkirin. Pêşnîyarên ku di konferansan de hate kirin dê bi kongreyê biryardayina wê were kirin.

Ji bo piştevaniya malbatên şervanên YPG/YPJ' ê ya di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabû bikin Saziya Malbata Şehîdan hate ava kirin. Sazî, li hemû bajarên kantonê de xebatên xwe berdewam dikin û konferansan li dar dixin. Endama Saziya Malbata Şehidan Peyman Fetêh di derbarê kar û xebatên xwe û konferansên ku pêk hat de axivî u diyar kir ku li hemû bajaran komûnên malbata şehîdan ava kirine û li gund û taxan de jî xebatên meclîsê pêk anîne. Peyman axaftina xwe wiha domand: '' Piştî me komûn û meclîsên xwe ava kirin me dest bi konferansan kir.'' Peyman da zanîn ku ji ber şerê didome tenê li Hesekê konferans nehatiye kirin û wiha berdewam kir: '' Armanca me ya ava kirina komûnên malbata şehidan ji bo esas girtina jiyanek hevpar û komûnal e. Hemu biryaren ku ten girtin jî pewiste ku di komûnan de were girtin. Piştî ku me hemû bajar û gundan de komûnên xwe ava kir me li hemû bajarên ku girêdayî Kanton a Cizirêye konferans li dar xist. Tene li bajara Hesekê ji ber şert û mercên şerê dijwar konferans nehat çêkirin.''

'Jin bi rûhêk berpirsiyar tevdigerin'

Peyman bal kişand ku, jinan bi hejmarek zêde û bi rûhêk berpirsiyar di Saziya Malbatên Şehidan de cihe xwe digrin û wiha pê de çû:" Di hemu bajaranda jin di xebatan de cihên xwe digrin û xwedî li saziyên xwe derdikevin. Hejmara jinan a di nava Saziya Malbatên Şehîdan ji sedî 75 e. Dîsa di avakirina komûnan de jî tevlîbûna jinan ber bi çave ku herî zêde jî dayik û xwîşkên şehidan, di saziyan de rolên girîng dileyzin.''

Peyman da zanîn ku xebatên wan ên abori, tendûristî û yê arşîvê jî hene û destnîşan kir ku karên dikin ne karekî pratîkê ye û got: '' Cewhera karê me ya herî girîng ji alî manewiyatê ye, karekî pir bi rûmet e lê li gel vê, peywîrek pir girane.'' Peyman diyar kir ku dema agahiya kesên şehid digrin destpê kê malbatê agahdar dikin û îlankirina kesên jiyana xwe ji dest dide dikin û amadekariya merasimê tê kirin.

'Di 8 bajaran de konferans hat li dar xistin'

Peyman diyar kir ku heta niha di 8 bajaran de konferansên Saziya Malbata Şehîdan hatiye li dar xistin û axaftina xwe wiha domand: "Di konferansan de ji xeynî malbatên şehîdan gelek welatî jî beşdar bûn û pêşnîyarên girîng hate kirin. Ev pêşnîyarên ku di konferansan de derket pêş wê bi kongreyê ji bo biryardariyê were nîqaşkirin. ''

Peyman pêşnîyarên ku hatine kirin jî vegot û wiha berdewam kir: '' Pêşnîyara herî derket pêş azad kirina Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Disa ji bo perwerde dayinê jî peşniyar hatin kirin. Ji bo hevserên şehîdan di nava pratîkê e cîh bigrin jî pêşnîyar hate kirin. Ji bo xebatên arşîvan berfirehtir were girtin, albûm û dosyayên şehîdan were amade kirin pêşnîyar çêbûn. Her wiha hin gorên şehîdan ku ne li goristana şehîtlîgê ye, hate xwestin ku barkin şehîdligê. Em ê bi têkiliya malbatan re piştî kongreyê ev pêk bînin lewre pewistiya herî lezgîn e.

Peyman di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû malbatên ku zarokên xwe di şerê şoreşê de winde kirine re sersaxî xwest û got: '' Divê hemû kes xwedî li nîrxên şehîdan derbikevin û xebatên hê pêşketî were kirin''

(ch)