Zarokên Kobanê cejnê li ser şehîtgehan pîroz kirin
14:02
JINHA
KOBANÊ - Gelê Kobanê ku cejna Remezanê sala par di nava şer û êrîşê DAIŞ'ê de pîroz kir, îsal di nava serkeftin û serfiraziyê de goristan û şehîdgehan ziyaret kirin.
Bi hezaran gelê Kobanê îsal di nava serkeftin, serfirazî û aştiyê de çûn serdana goristan û şehîdgehên şervanên Kurd. Gelê Kobanê bi minasebeta roja cejna Remezanê di saetên serê sibehê de "Şehîtgeha Şehîd Dîcle" û "Şehîdgeha Komkujiya Kobanê" bi girseyî ziyaret kir. Gelê Kobanê ku sala par di nava şer û êrîşên DAIŞ'ê de li Kobanê Cejn derbas kir, îsal di nava aştî, serfirazî û serkeftinê de cejn pîroz kir û goristanên şervanên Kurd ziyaret kir. Welatiyên Kobanê goristana Şehîdgeha Komkujiya Kobanê ya kesên di 25'ê Pûşberê de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir. Zarok, ciwan, kal û pîr ji 7 salî heta 70'ê salî li hev kom bûn û çûn goristan ziyaret kirin. Girsê goristanên "Şehîtgeha Şehîd Dîcle" û "Şehîdgeha Komkujiya Kobanê" ziyaret kirin û dua xwendin. Li ser goristanan demên hestiyar pêş ket û ji ber gelê Kobanê êşên mezin jiya xemgîniyek mezin li ser goristanan hat dîtin. Li ser goristanan şekir hat belavkirin. Her çend gelê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê serkeftin bi dest xistibe jî ji ber komkujî li Kobanê pêk hat û gelek ciwanên Kurd di şer de jiyana xwe ji dest da di cejnê de xemgîniya ruyê mirovan xwe da der. Gelek zarokan jî li şûna şekir kom bikin, bi mater û misînan ava ji malê anîn li kulîlk û çîçekên ser goran kirin û derdora goran şuştin. Komê dema goristan ziyaret kirin, siloganên "Şehît namirin" berz kirin. Girsê li ser "Şehîtgeha Komkujiya Kobanê" bi zimêr û stranên dilşewat pîrozbahî pêk anîn. Zarokên ku di komkujiyê de dayik û bavê xwe winda kiribûn, bi alîkariya xizmên xwe hatin goristan ziyaret kirin.
Rêveberên Kantona Kobanê û rêveberên PYD, YPG/YPJ jî hatin ser goristanan û gorên şervanên Kurd ziyaret kirin. Ziyaretên serê sibê dest pê kir, didomin. Di ziyaretan de hêzên asayişê tedbîra dora goristanan girtin û ziyaret di bin parastinê de pêk hat. Rêveberên PYD'ê malbat jî ziyaret kirin û malbatên zarokên xwe winda kirine bi tenê nehiştin.
(ch)