Dayikên Aşitiyê serlêdana Qada 5'ê Pûşberê kirin
14:24
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi wesîleya cejna Remezanê qada 5'ê Pûşberê ya wek qada Îstasyonê dihat zanîn kirin.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê li Qada Îstasyonê ya di 5'ê Pûşberê de li hemberî mitînga HDP'ê êrîşa bombeyî pêk hat û di encama teqîna bombeyan de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdehî 400 kes birîndar bûn daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber tirafoya ceyranê ya ku bombe li ber teqiya hat dayîn. Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Nezehat Teker axivî û diyar kir ku ew cejnê pîroz nakin û wiha axivî: "Ji me re her cejin, cejnên reş in." Nezahat anî ziman ku ew teqîna ku canên wan ji wan girtin şermezar dikin. Nezahat anî ziman ku ew wek Dayikên Aşitiyê ligel hemû qetlîaman daxwaza xwe ya aştitiyê de wê bi israr bin.
Nezahat diyar kir ku Meclîsên Dayîkên Aştiyê wê ji hemû bajaran werin û îro berê xwe bidin sinorê Kobanê û wiha got: "Me di meha Remezanê de her roj cenazeyên zarokên xwe hembêz kirin, ji ber vê yekê cejin ji me re cejnekî reş e."
Piştî daxuyaniyê dayîk ber bi sinorê Kobanê ve bi rê ketin.
(ch)