Leyla Aglar li gundê Seyîd Riza hate definkirin

15:10

JINHA

DERSÎM - Cenazeyê keça Rêberê berxwedana Dersîmê Seyîd Riza Leyla Aglar a ku roja borî jiyana xwe ji dest da piştî merasîma Cemxaneyê li gundê Seyîd Riza definkirin.

Cenazeyê keça Rêberê berxwedana Dersîmê Seyîd Riza Leyla Aglar a ku demek dirêjbû li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsîmê dihat dermankirin û roja borî jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li cemxaneyê hat definkirin. Di merasîma cenaze de xizmên Leyla, parlementerên HDP'ê yên Dersîmê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, hevşaredarên Dersîmê, HDP, DBP, ESP, DHF, EMEK, Partîzan û gelek welatî beşdar bûn. Piştî vecîbeyên olî yên li cemxaneyê keca Leyla Aglar Besîme Aglar axivî û wiha got: "Em bi rondikên dayîka xwe mezin bûn. Di nava kesên birîndar ên komkujiya Dersîmê ya 1938'an de xilas bûbû. Dayîka min heye jiyana xwe ji dest da gelek êş kişandin. Rondik tu caran ji çavên wê kêmnebûn."

Kurê Leyla Alî Musa Aglar jî êrîşên li Dersîm hatin jiyîn bi bîrxist û wiha got: "Vê dewletê qîrkirina me kir, em di vê cîhanê de mafê xwe dixwazin. Destê me dê her tim di stuyê vê dewletê de be."

Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altun jî wiha got: "Çawa berxwendana Pîrê me ji bo me bo mînak, çawa heya niha ji bo berdêlan em amedebûn niha jî em li ber Dayîka Leyla soz didin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Leyla birin gundê navê Seyîd Riza lê hatiye kirin ê li herêma Agdat a navçeya Pulurêye û hat definkirin.

'Ez keça Seyîd Riza me ez Dersîmê terk nakim'

Ligel qirkirinê keça Seyîd Riza Leyla Aglar wiha axivî bû, "Ez keça Seyîd Riza me. Li ser vê axê xwîna bavê min, xizm û eşîra min lê herikiye. Ke ji vir diçin? Mirov axa Dersîmê terk dike.? Heya ez dimirim ez dê li vir im." Dayîka Leyla di pêvajoya qirkirina Dersîmê de ji aliyê leşkeran ve rastî îşkenceyên giran hat û 5 salan di axura hespên leşkeran de hate girtin.

(ch)