Li Amerîkayê jinek aktîvîst di hûcreyê de mirî hate dîtîn
15:56
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Sandra Bland a 28 salî aktîvîstek jin e û li Amerîkayê dijî. Sandra ya hatibû bin çavkirin û di hûcreyekê de dihat girtin mîrî hate dîtîn. Rêxistinên Mafên Mirovan der barê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku kujerên Sandra polîsin.
Sandra Bland aktîvîstek mafê reşika diparêz e. Sandra ya 28 salî li nêzî eyaleta Teksasê, bajarê Houstonê li zanîngehekî de nû dest bi kar kiribû, dema di maşîneyê de bi hinceta sînyalên xwe venekiriye hate sekinandin, ji alî polîsan ve bi îşkenceyê hate binçavkirin.
Sandra 3 rojan di hûcreyekê de hate girtin û dema bi telefonê xwe gihîştand malbatê diyar kir ku ji ber tundiya polîsan milê wê şikestiye û piştî vê axaftinê di demek kurt de di hûcreyê de mirî hate dîtin.Polîs îdaya Sandra xwe kuştiye dike lê heval û endamên rêxistinên mafên mirovan bi vê gotinê bawer nake û dibêjin kujerên Sandra polîs bi xwe ye. Piştî mirina Sandra di medyaya komî de bertekên tund tê nîşandayin.
(ch)