Feqî li hemberî navenda çand û hunerê ye!
09:13
Têkoşîn Tekîn/JINHA
AMED - Li navçeya Dîcleyê ji bo ciwan û zarokan Navenda Çand û Huner a Avdela hate vekirin. Ligel kêfxweşiya ciwanan feqiyê beldê ji vekirina navendê aciz bû û hate zanîn ku feqî dest bi reşkirina navendê kiriye.
Li belda Kaygisiz a girêdayî navçeya Dîcle ya Amedê ye bi alîkariya Serokatiya Daîreya Çanda Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Navenda Çand û Huner a Avdela li ser daxwaza gel hate vekirin. Bi taybetî jî havînê ciwan û zarokên ku eleqeyek mezin nîşanî navenda çandê dikin gelek xebat tê meşandin. Li pirtûkxaneyê zarok pirtûk dixwînin û li qursên mûzîkê de hînî lêdana enstrûmanê dibin. Her wiha perwerdehiya zimanê Kurdî û ya folklorê jî tê dayin. Zarokên malbatên ku meha havînê diçin karên demsalî dikin tên navendê û li vir perwerdehiya çand û hunerê dibînin.
'Malbat piştgirî didin'
Ev eleqaya zarok û ciwanan Feqiyê beldê Nazim Kaçmaz ê girêdayî Serokatiya Karên Dîyanetê ye aciz kiriye. Malbatan anî ziman ku feqî di mizgeftê de di vaazên xwe de propagandaya reşkirinê dike û dibêje '' Ew der cihê kesên ser jêdikin e. Zarokên we dişînin çiya'' Feqî bi vê tenê namîne û seatên dersên Kuranê jî li gor seatên dersa mûzikê eyar dike ku çûyina zarokan a navendê asteng bike. Her wiha Feqî zarokan jî hişyar dike ku neçin navendê. Niştecihên beldê li hember nêzîkatiyên feqî bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev propagandaya reşkirinê ye û vê wek ' polîtîqayên qirêj' bi nav dikin. Welatiyan anî ziman ku ew bi navenda çand û hunerê bawerin û wê zarokên xwe bişînin navendê.
'Ji propagandayên qirêj bawer nekin'
Bihar Alatûrk a Koordînatora Navenda Çand û Huner a Avdelaye ber barê mijarê de agahî da û diyar kir ku ji roja ewil heta niha feqîyê beldê navendê hedef girtiye û wiha axivî: ''Zarok li vir mûzîk, folklor,ziman û di gelek beşan de perwerdehî dibînin lê navend ji roja hatiye vekirin heta niha rastî êrîşên feqî tê.'' Bihar anî ziman ku ew ne li hemberî ders girtina zarokan a Kuranê ne lê dixwazin ku di mehên havînê de zarok bi çand û hunerê re jî mijûl bibin. Bihar da zanîn ku piştî gotinên feqî bi wî re jî axivîne lê feqî van gotinan înkar kiriye. Bihar da bal kişand gotinên feqî û diyar kir ku heger ev gotinên reşkirinê ya li hemberî navenda wan berdewam bike dê der heqê feqî de wê daxwaza doz vekirinê bikin û wiha berdewam kir: ''Malbat bila werin raste rast bi me re biaxivin, navendê bibînin û em çi dikin bi çavên xwe şahidî bikin. Bila li gor gotinan tevnegerin.''
Der heqê bûyerê de me xwest bi Feqî Nazim Kaçmaz re jî em biaxivin lê ji ber ku destûrê de bûye ev pêk nehat.
(ch)