'Me ji bo xwedî derketina şoreşa gelan soz da'
09:14
Zerîn Kurtay-Roksan Efrin/JINHA
QAMIŞLO - Rihan Tahîr a ji destpêka şoreşê heta niha di nava xebatan de ye piştî hevserê xwe winde kir tevlî xebatên hêzên asayîşê bû. Rihan anî ziman ku bi hêza şoreşê li hember kevneşopiyên civakê disekine û got: '' Me ji bo xwedî derketina şoreşa gelan soz daye''
Şoreşa Rojava ya salvegera 3'emîn de bi modela jiyanek nû kelecanek mezin afirandiye, bi çîrokên têkoşeran jî lehengiyên dîrokî derxistiye holê. Yek ji çîrokên ku hêjayî nivisandinê ye jî çîroka Rihan Tahîr e. Hevserê Rihan, Kesra Tahîr ji bo parastina axa xwe di 19 Tîrmeh 2012'an de tevlî refên YPG'ê dibe. Kesra di demek kurt de di berxwedana ku hemberî dagirkeran dihat dayîn de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera şehadeta Kesra de kurê wî Bahoz dikeve 2 saliya xwe.
'Me ji bo şoreşê soz da'
Rihan li hemberî kevneşopiyên civak û malbatê jî sekinî û li hember gotinên 'Cardin bizewice' çeka xwe girt û tevlî xebatên hêzên asayîşê bû. Rihan da zanîn ku ew jî perçeyek vê şoreşêye û bi vê serbilind e. Rihan bi gotina 'Me ji bo xwedî derketina şoreşa gelan soz daye' dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku hevserê wê wek rêhevalê wê ye û heta roja dawiyê wê girêdayî soza hevserê xwe û hemû şehîdên şoreşê be û wiha berdewam kir: ''Ez berî tevlîbûna asayîşê di şaredariyê de dixebitîm. Em heta niha bi soza xwe ya ji gelan re hatiye dayin dijîn û ji vir şunde jî ez ê bi rûhê Kesra bîranîna wan bişopînim. Lewre Kesra tevlî asayîşê bûbû û ji bo gel rastiya xwe nasbike tedikoşî.''
' Ez xwe nas dikim'
Rihan bîranîna zayîna kurê xwe parve kir u wiha axivî: ''Bahoz dema nû hatibû dinê destê wî li hewayê bu her tim. Li ser vê Kesra got ' Kurê me mezin bibe ew ê bibe şoreşger, bila navê wî Bahoz be' Bahoz kurê şoreşgerek e û wê her tim bi bavê xwe serbilind be.'' Rihan bi lêv kir ku piştî hevserê wê jiyana xwe ji dest daye ji malbat û civakê rastî pêkûtiyên kevneşopî hatiye lê tû carî serî netewandiye. Rihan axaftina xwe wiha domand: '' Piştî hevserê min jiyana xwe ji dest da min pir tengasî kişand. Ji min re her tim digotin 'cardin bizewice' lê min tû carî vê nepejirand û heta ev feraseta nava civakê bi dawî bibe ez ê têbikoşim, tû carî serî netewînim. Ez dixwazim ku xwedî kesayetek azad biafîrînim. Min di nava asayîşê de carek din hêza jinê dît . Şoreşa Rojava min hînî rastiya evînê û xwenaskirinê kir. Heta niha baweriya civakê bi jinê tûnebû lê jinên berxwedêr xwe bi civakê dan qebûl kirin. Ez niha him dê him jî bavê Bahoz im û bi her awayî ez dikarim debara mala xwe jî bikim.''
' Têkoşîna ji bo nifşên nû girîng e'
Rihan destnîşan kir ku têkoşîna ji bo nîfşên nû girîng e û divê were xurtkirin. Rihan da zanîn ku jin pêşenga jiyana nû ye û wiha berdewam kir: '' Em ne bi çanda xwe ne jî bi zimanê dayika xwe mezin nebûn. Di bin bandora dagirkeran de man her tim. Lê êdî roj roja serhildan û pêşengtiya jinê ye. Divê em ji bo nifşên nû û nîrxên şehîdan têbikoşin.'' Rihan di dawiya axaftina xwe de bang kir ku hemû kes li çand û zimanê xwe û li şoreşa Rojava xwedî derbikevin.
(ch)