Rojava: Hunandina çîroka şoreşa jinê (5) - TAYBET
11:50
Asya Abdullah: Jinan pêşengtiya xweseriya demokratîk kirin
JINHA
KOBANÊ- Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah diyar kir ku ji bo têkoşîna jinê Rojava cihekî dîrokî girtiye û da zanîn ku şoreşa Rojava dîroka jinê û rastiye jinê daye xuyakirin. Asya bal kişand ku di şoreşê de jinan ji tevlîbûnê wêdetîr mîsyona pêşengtiyê girtine û got: ''Jinan di hemû qadan de pêşengtiyê kirin. Pêşengtiya xweseriya demokratîk jî kirin.''
Şervanên YPG/YPJ ji bo jiyanek azad, berxwdanek dîrokî dan. Sê salên di riya ji bo hemû newekheviyên çand, ziman ,reng, ol, bawerî, mezheb û zayendê ji holê rabikin û civakek wekhev, azad û ekolojîk ava bikin derketibûn hê berdewam dike. Şoreşa 19 Tîrmeh'ê wek şoreşa jinê di dîrokê de cîhê xwe girt û wek berdewamiya şoreşên dîrokê ya pêşengtiya wê jinan kiribû bala hemû cîhanê kişand. Niha jî xebatên xwe yên rêxistînî, demokratîk, sîyasî û dîplomasiyê bi heman lezginiyê berdewam dikin.
'Hemû pirsgirêk bi berxwedanê hate çareser kirin'
Li Rojava pergala ku li hember modernîteyê hate li dar xistin xwestin ku bi destê DAÎŞ'ê bixeniqînin lê rastî berxwedana hêzên YPG/YPJ bûn. Me şoreşa Rojava di salvegera 3'emîn de ji Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah pirsî. Asya bal kişand ku di nava 3 salan de guhertinên pir mezin pêk hatiye û bi taybetî jî di qada jinan de guhertinên girîng pêş ketiye. Asya da zanîn ku di nava 3 salan de hemû pirsgirêk bi berxwedanê hatiye çareser kirin û hemû êrîşên ku li ser Rojava pêk hatiye paş de xistine. Asya diyar kir ku DAÎŞ tû carî negihîştiye armanca xwe û wiha berdewam kir: ''Li Rojava bawerî û vînek pir mezin derket holê. Li hember vê îradeyê tû hêz nikare xwe bigre û wê tû caran jî negihîjin armanca xwe.''
'YPG/YPJ berxwedana herî mezin dan'
Asya da xuya kirin ku DAÎŞ ligel hemû pişgiriyên xwe li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê têk çûn û bal kişand ku hemû êrîş ji bo derxistina Kurdan a ji Rojava bû. Asya destnîşan kir ku DAÎŞ û piştgiriyên wî dixwestin ku hişmendî û erka xwe li Rojava bidin jiyandin û got: '' YPG/YPJ berxwedana herî mezin da û di encamê de ji alî sîyaset û dîplomasiyê de serkeftinên netewî û navnetewî hate bi dest xistin''
Asya da zanîn ku şoreşa Rojava de hemû Kurd bi hev re di têkoşînê de bûn û axaftina xwe wiha domand: '' Şoraşa Rojava yê hemû Kurda ye ku bi reng û berxwedana xwe, bi pergala avakirî ji bo jiyanek azad pir bi israr bû. Ê ku pêşengtî kir jî Bakûrê Kurdîstanê bû. Bi taybetî di şoreşa Kobanê de ev hate dîtin.''
'Hin beşan xweseriya demokratîk nedixwest'
Asya bilêv kir ku piştî şoreşa Rojava di qadên sîyasî û dîplomasî de jî derbasî merhaleyek nû bûne lê li heremê jî li qada navnetewî de jî hin beşên xweseriya demokratîk naxwazin hene û wiha axivî: ''Gelek beş bawer nedikirin ku ev pergal demek dirêj ber xwe bide û digotin 'civak di biryaran de xwedî maf in vê xetereyan derxîne holê'' Asya destnîşan kir ku di pergala li Rojava dixwazin bidin runiştandin de îradeya gel esas digrin û bawerin ku gel dê xwe birêxistin bikin û pergala xwe bidin rûniştandin.
'Xwerexistinbûyina gel rastiya Rojava ye'
Asya got: '' Gel bi xwerêxistinbûyinê şoreşê pêk anî, rastiya Rojava ev e.'' û wiha berdewam kir: '' Pergala xweseriya demokratîk bi saziyên xwe hate ava kirin. Niha hemû saziyên hatine vekirin raste rast bi pirsgirêkên gel re mijûl dibin. Di qadên tendûristî, ziman, çand û jinê de sazî hatine ava kirin''
Asya bal kişand girîngiya xebatên rêxistinkirina qadên sîyasî, dîplomasî, çandî, civakî, jinê û wiha axivî: '' Em dikarin bêjin ku ligel şoreşê xebatên ku di van qadan de hate meşandin gihîştiye astekî. Civak vê pergalê pejirand û êdî xwe aîdî vir dibînin. Di nava vê pergalê de vîna civakê derdikeve holê û heger pergal pêşbikeve dê jiyan jî pêş bikeve.''
'Şoreşa Rojava li cîhanê bû mînak'
Asya da xuya kirin ku li Rojava têkoşîna jinê, reng û hêza jinê di şoreşa 19'ê Tîrmehê de derketiye holê û got: '' Şoreşa Rojava ya jinê ye.'' Asya anî ziman ku di şoreşa Rojava de xalên girîng hene û axaftina xwe wiha domand: '' Yek ji van xalan şoreşa jinê ye, ya duyemîn xweseriya demokratîk û bibiryarî û sêyemîn jî destkeftiyên neteweyî ye. Li ser van her sê xalan şoreşa Rojava ligel hemû êrîş û astengkirina pêş ve çû û serkeftî bû.'' Asya bal kişand destkeftiyên neteweyî û diyar kir ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê bûye mînak.
'YPJ bi vîna jinê li cîhanê hate nasîn'
Asya da zanîn ku ji alî Têkoşîna jinê şoreşa Rojava cihek dîrokî digre û wiha berdewam kir: '' Dîroka têkoşîna jinê 40 sale didome. YPJ jî bi vîna jinê li hemû cîhanê hate nasîn û bi xeta arîn Mîrxan gihîşt şoreşê. Şoreşa Rojava dîrok û rastiya jinê derxist holê. '' Asya destnîşan kir ku di şoreşê de jinan ji tevlîbûnê wêdetîr mîsyona pêşengtiyê girtine û got: ''Jin di hemû qadan de pêşengtiyê kir. Pêşengtiya xweseriya demokratîk jî kir. Zanistiya jinê di akademiyên Yekitiya Starê de pêş de çû. Lewre ev şoreş şoreşek hişmendî ye '' Her wiha Asya bal kişand ser xebatên jinan jî û diyar kir ku xebatên ji bo hemû jin di bin siwanekî de werin ba hev tê kirin û got: '' Ji bo nasnameyên gelên Surî jî xebat tê meşandin lewre em dibêjin şoreşa Rojava ya hemû jinan e''
'Saziyên nû dê were vekirin'
Asya da xuya kirin ku piştî paqijkirina Kobanê ya ji çeteyan xebatên ji nû ve avakirinê hste dest pê kirin û wiha pê de çû: ''Asta yekemîn tespîtkirina zirar û hasarên di nava kolanan de ne. Ji bo vê li Amedê jî konferans hate li dar xistin û bingeha xebatan hate ava kirin. Me bi derfetên xwe projeyên avê, çêkirina xaniyan û xizmeta tendûristiyê dikin.'' Asya bilêv kir ku ji bo xizmeta gel baş were kirin wê saziyên nû ya tendûristî û perwerdehiyê vebikin.
'Gelê Kurdîstan divê di înşayê de cîh bigrin'
Asya anî ziman ku ji welatên derve alîkarî ji bo Kobanê tê lê ya girîng alîkariya gelên Kurdîstanê ye. Asya bal kişand seferberiya şaredariyên Bakûrê Kurdîstanê ya ji bo înşayê û wiha berdewam kir:''
Di pratîkê de xebatên baş tê meşandin û em bawerin ku şaredariyên Bakur dê piştgiriya xwe berdewam bikin. Alîkariya Jureya Avahîsaz û Endezyaran jî gelek bû û kesên ku dixwazin alîkar bibin jî dikarin bi saziyan re bixebitin. Gelê me bil adi xebatan de cihên xwe bigrin. Bi taybetî jî gelê Kobanê divê di xebatên ji nû ve avakirinê de cîh bigrin.'' XILAS
(ch)