Çalakiyên 'Azadiya te azadiya me ye' didome
12:53
JINHA
WAN - Endamên DEM-GENÇ'ê û jinên ciwan di çarçoveya kampanyaya " Azadiya te azadiya me ye' li Wanê kon vedan.
Endamên DEM-GENÇ'ê û jinên ciwan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li taxa Yenîmahale ya navçeya Îpekyolu ya Wanê ye bi şîara "Azadiya te azadiya me ye" kon vekirin. Di kon de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin. Di bernemeyê de pêşandana sînevîzyonê pêk hat û gelek ciwan tevlî bernameyê bûn. Ciwanan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku dê di dîrokên cuda de li hemû taxan kon bên vedan û bername bên lidarxistin.
(ch)