'Bîla gorek zarokên me hebe'

15:03

JINHA

AMED/ŞIRNEX - Li Amed û Cîzîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan çalakiyên xwe yên hefteyî pêk anîn û dîyar kirin ku bi salan e li dû windehiyên xwe cejnê nejiyane û gotin ' Bila gorek zarokên me hebe ku em rojên cejnê biçin serdanê'

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 336'an li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û wiha axivî: "Heya em windayên xwe yek bi yek dîbinin û ji wan re goran çêdikin û layîqî wan merasîman çêdikin dê têkoşîna me bidome." Racî diyar kir ku kesên hatin qeiltkirin û hatin windakirin di bin agahdariya dewletê de û bi awayekî organîzeyî ji aliyê JÎTEM û kontragerîla ve pêk hatin.Racî anî ziman ku riya aştiyekî bi rûmet bi paşerojê re rû bi rû ne û got: '' Ji ber cenazeyên her roj tên û bi hezaran windayan cejn pîroz nekirin.''

'Em hestiyên zarokên xwe dixwazin'

Ji xizmên windayan Ayşe Cengîz diyar kir ku bi xemgînî cejn derbas kirin û wiha got: "Em nizanin em dê çawa cejnê pîroz bikin. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Qet nebe bila gorekî wan hebe û em biçin ser duayan bikin. Her roj kezeba me dişewite."

Hayriye Dogan jî xwest ku qatil bên darizandin û wiha got: "Dê heya kengî vî şer li ser Kurdan bidin meşansin. Em her tim xwedî li şehîd û windayên xwe derdikevin. Em dixwazin edalet pêk bê."

'Bila ji xizmên windayan lêborîn bê xwestin'

Dayîka Aştiyê Havva Kiran jî diyar kir ku xizmên windayan bi salane li hestiyên zarokên xwe digerin û wiha got: "Ew dixwazin gorekî wan hebe. Dixwazin biçin ser wan goran û birînên xwe hinek bikewînin. Divê dewlet ji xizmên windayan lêborînê bixwaze."

Dayîkên Şemiyê 343 caran daxwaza dadê kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên ji aliyê JİTEM'ê ve hatine windakirin û qetilkirin bipirsin di hefteya 343'emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Albûma Şehidan" hat vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. ÎHD, MEYA -DER,TUHAT-FED, KURDÎ-DER, Dayikên Aşitiyê, Hevşeradara Cizîrê Leyle Îmret, rêveberên HDP, DBP'ê û gelek welatî amade bûn.

Rêveberê MEYA-DER'ê ya Cizîrê Veysî Durgut çîroka Suleyman Durgut ê ku di sala 1994'an de hat windakirin vegot. Veysî diyar kir ku Sûleyman li Cizîrê karê esnafiyê dikir û di sala 1994'an de ji aliyê endamê JÎTEM'ê ya bi navê Ramazan tê nasîn, rastî gefan hat. Veysî anî ziman ku dema Suleyman Durgut û birayê wî ji kar vedigeriyan malê disa ji aliyê heman kes ve rastî gefan hatin û bi çekê ew derp kirin.Veysî da zanîn ku di 1994'an de endamên JİTEM'ê hat dikana Suleyman Durgut û wî birin qerqolê. Sûleyman 20 rojan di binçavan de ma û rastî îşkenceyên gelek giran hat. Veysî bilêv kir ku piştî demek şunda polîs û endamên JÎTEM'ê Ramazan û Cabar bi ser malê de girtin û Suleyman Durgut bi zorê binçavkirin û wî bi wesayîtekî sipî birin.

'Gomlekê wî nas kirin'

Veysî Durgut destnîşan kir ku birayê Sûleyman ji bo pirsa birayê xwe bike çû qerekolê lê qerekolê jê re got "Me kesek wisa binçav nekiriye" lê du roj şunda ji Hezexê Herbaxê ji malbata Sûleyman Durgut re agahiya cenazeyek hatiye dîtin kirine û malbata sûleyman çûn gund lê cenaze ji aliyê melayê gund ve hatibû definkirin.

Veysî derbirî kir ku malbatê cenaze ji gomlekê nasin kiriye û diyar kir ku malbata Sûleyman ji bo gor bê vekirin serlêdan kir lê dadgehê serlêdana malbatê qebûl nekir.

Endamê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat jî diyar kir ku kujerên Sûleyman Durgut diyarin û daxwaza wan ew e ku kesên berpirsiyar bên darizandin e.

Piştî axiftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

(ch)