Serdanên cejnê berdewam dike

15:51

JINHA

MÊRDÎN/WAN- Bi boneya cejnê li Wan û Mêrdînê serlêdan hatin kirin

Bi boneya cejnê parlamenterên Mêrdînê nexweşxaneyên navçeya Artûklu zîyaret kirin. Parlementerên Mêrdînê ya HDP'ê Gûlser Yildirim, Mehmet Alî Aslan, Enîse Gûneylî û Erol Dora, Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Tûrk, Hevserokên Şaredariya Artuklu Emîn Irmak û Sevînç Bozan, Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê Musa Alkan û Aysel Erol, Hevserokên DBP'ê yên Mêrdînê Perîhan Agaoglu û rêveberên DBP û HDP tevlî serlêdanan bûn û nexweşxaneyên Dewletê ya Merdînê û Nexweşxaneya Zarok û Jina ya Mêrdînê zîyaret kirin. Koma HDP û DBP piştre derbasî MEYA-DER'ê bûn û bi merivên xizmen windeyan re cejnê pîroz kirin.

Lî Wanê jî nunerên HDP û DBP'ê bi boneya cejnê bi saziyên civakî û gel re cejnê pîroz kirin. Di serlêdanan de xeynî parlamenterên HDP'ê ya Wanê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Aktîvîstên KJA'yê û Hevserokên navçe û navendç tevlî bûn. Zîyaret hê jî didomin.a

(ch)