'Medyaya zayendîparêz bi têkoşînê dikare hilweşe'

09:31

JINHA

STENBOL - Doktora qada Derûniyê Melîs Ulug, têkildarî feraseta medyaya serdest diyar kir ku feraseta medyaya zayendîparêz tenê bi têkoşînê dê hilweşe.

Ziman, nerîn û feraseta medyaya serdest ku li ser jinê tundiya zayendî ferz dike, li ser civakê û qada herêmî jî bandorê ava dike. Jin hem li qadan û hem jî di qada çapemeniyê li dijî gotinên zayendîparêz xwe bi rêxistin dike û têkoşîna xwe pêş dixe. Jin hewl didin ku ji zimanê medya yê zayendîparêz re bêje "Bes e" Fîrmaya reklamê ku ji bo marka çaya xwezayî peyva 'Jin çi dixwazin' rastî bertek û rexneyên jinan hatibû. Ji ber vê yekê fîrmayê lêborîna xwe ji jinan xwest fîlmê reklaman paşve kişandin.

'Têkoşîn bû sedema ku lêborînê bixwazin'

Doktora qada Derûniyê ya Zanîngeha Jacobs ya Bremenê ya Almanyaye Melis Ulug, anî ziman ku ev çalakiya wan a li dijî reklamê ji bo hişyarkirina helwesta medyayê girîng bû û wiha got: "Zeyno Pekunlu, ji bo fîlmê Reklamê nivîsek gelek baş nivîsand. Dîsa Hande Çayir, Mehveş Evîn û Melîs Alphan bi hevre kampanya belav kirin û gîhandin encamek girîng. Piştî vê kampanyayê 'Dogadan çay' û Ajansa Reklaman a Plasenta ji jinan lêborîn xwest.

'Têkoşîna me li hemû qadên medya ye

Melîs, anî ziman ku wan li ser malpera bi navê Erktolia kampanya îmzeyan dan destpêkirin û ev malber ji bo têkoşîna li dijî zayendipariyê ava kirine. Melis, da zanîn ku ev tor di heman demê de tora têroşina li dijî zayendipariya navneteweyî ya Macholand a Tirkiyeyê ye. Melîs, bilêv kir ku Erktolia di aliyê zayendîperestiyê de armanc dike ku têkoşînê belav bike û têxe rojeva cîhanê û wiha got: "Jinên di Erktoliayê de xebatê dimeşînin di qadên din de jî têkoşîna li dijî zayendiperestiyê têdikoşin. Têkoşîna me hin caran li dijî fîlmên reklaman hin caran li dijî kovara pastaneyekê û hin caran jî li dijî showrooma fîrmayekê pêk tê."

'Em medyaya zayendîparêz naxwazin'

Melîs, daxuyand ku rojnameya Mîlîyetê li dijî qetilkirina jinan zimanekî rewa bikar tîne û qetilkirinê wekî bûyerek azayî nîşan dide û wiha berdewam kir: "Nûçeyên bi zimanê wekî 'Saet di 04.00'ê şevê de bi mêr re rojbûna xwe pîroz kir û serê sibehê cenazeyê wê hat dîtin' bikar tînîn. Melîs, bilêv kir ku ew wekî jnên feminist li dijî vî zimanî û vê ferasetê têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîsa li gorî "çirûsandina" wekilên jin nûçeyan çêdikin. Li gorî cil û bergên wekilên jin û pêlavên wan, li gorî por û bedena wan nûçe çêdikin. Lê ji bo zilaman jî li gorî kar û barê wan nuçe çêdikin. Em vê çapemeniyê naxwazin. Em li dijî vî zimanê medya ku bi feraseta xwe ya parastina zayendîparêziyê li ser civakê hişmendiyekê pêş dixe têdikoşin. Ji bo em bi ser bikevin divê bêtir kesên dildar tev li têkoşîna me bibin û dengê xwe bilindtir bikin. Em hevî dikin ku em di siberojê de bêtir xurt bibin û dengê xwe bilindtir bikin."

(ro/dc/mae)