Li Pirsûsê teqemenî; gelek mirî û birîndar hene - HATE NÛKIRIN

12:32
HATE NÛKIRIN" class="social-twitter">

JINHA

RIHA - Li Navenda Çanda Amara ya 300 Endamên Federasyona Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) duh ji bo alîkariya ji nû ve avakirina Kobanê bikin hatin navçeya Pirsûs a Rihayê teqîn pêk hat.

Li Navenda Çanda Amara ya 300 Endamên Federasyona Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) duh ji bo alîkariya ji nû ve avakirina Kobanê bikin hatin navçeya Pirsûs a Rihayê û li Navendê diman teqîn pêk hat. Derbarê bûyerê de Hevserokê DBP'ê Îsmaîl Kaplan axivî û da zanîn ku êrîş bi awayek întîxarî pêk hatiye û di encamê de li gor agahiyên heta niha bi dest xistine 50 kes jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar in.

Piştî bûyerê polîs navenda çandê dorpêç kir û bi bombeyên gazê mûdaxaleyî kesên alîkariya birîndaran dikin kirin.

Gelek embulans jî sewqî cihê bûyerê bûn û kesên birîndar jî sewqî nexweşxaneyan tê kirin.

(ch)