Derdora Geliyê Godernê cardin dişewite
13:35
JINHA
AMED - Şewata ku do li derdora Geliyê Godernê derketibû bi hewldana welatiyên hatibû vemirandin lê ji ber ku xebatên cemidandinê nehatin kirin îro di saetên sibê de şewat cardin dest pê kir. Hate diyar kirin ku heya niha 3 hezar donim erd şewitiye.
Li daristana derdora gundê Barin a navçeya Pasûr a Amedê, do di saetên êvarê de şewat derketibû û ber bi Geliyê Godernê ve fireh bibû. Şewata ku ji aliyê welatiyan û Şaredariya Pasûrê ve hate sekinandin, ji ber ku xebatên cemidandinê nehate kirin îro di saetên sibê de li derdora gundê Barinê li du noqteyên cûda car din destpêkir.
Komên agirkujê û welatiyên li herêmê hewl didin ku mudaxaleyî şewatê bikin lê tê gotin ku heya niha 3 hezar donim erd şewitiye. Serokê Midûrê Karên Daristanê yê Amedê Mehdî Ozer ku hate cihê şewatê, daxuyakirin ku sedama şewatê heya niha nehatiye zelal kirin û wan jî dest bi xebatên cemidandinê kiriye.
Endamên Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê jî di saetên sibê de ji bo lêkolînan hatin herêmê. Hevberdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Gultekîn Aydenîz jî destnîşan kir ku darên zû dişewitin û hişyar kir eger xebata cemidandinê baş neye kirin dibe cardin şewat derkeve.
(ch)