Nesrîn Abdullah: YPJ hêzek leşkerî, bîrdozî û çandî ye
14:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Nesrîn Abdullah boneya salvegera şoreşa 19'ê Tirmehê li gelê Rojava pîroz kir û wiha got: "Di sala salvegera şoreşê gavên ku rûnişkandina Xweseriya Demokratîk û li ser bingehê Sûriyek demokratîk ava kirine."
Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah bi boneya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê diyar kir ku ew her kesê ku xwe xwedî Rojava derketî û her kesê ku rihê Şoreşa Rojava jiyan kir li wan pîroz dikin û wiha got: "Em di roja me ya îro de di şexsê hemû hevalê xwe yê şehîd de soza xwe nû didin. Li Kobanê şoreş dest pê kir û em ê li vir bi dawî bikin, dijmin jî gihişt wê baweriyê cihekî ku şoreşa Kurd destpêkir ew naxetme. Em careke din 19'ê Tîrmehê bikin destpêka gaveke nû,li ser bingehê rûnişkandina Xweseriya Demokratîk û bi hêzkirina hêza xwe ya heyî û em bingehê ku bibe şoreşa avakirina Sûriyeke demokratik avabikin."
Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku tekoşîna ku îro di Rojavayê Kurdistanê de tê meşandin tenê tekoşînek ji bo gelê Kurd nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tekoşîna ku îro tê meşandin ji bo hemû gelan e. Ji bo êrîşên ku îro ji aliyê rêxistinên terorîstên yên DAIŞ'ê de êrîşekî ser nirxê mirovahî, çanda gela, rumeta mirov tê kirin e. Ji bo wê jî dengvedana heqîqeta vê şoreşê erkek bingehîne ji bo me. Ji ber tekoşîna li vir hat meşandin ev ast bi xwe re îfade kir û dengvedana xwe jî da çêkirin. Ji bo wê di milê gellek welatan de vexwandin hat çêkirin. Di van vexwandinan jî bi welatên ku xwedî bandorin di cîhanê de yek jê Fransaû Îtaliya ne. Armanca me ya esasî van welatan ew bo em karibin aliyekê de îro di Rojavayê Kurdistanê de çi tê meşandin, aliyê din jî em karibin wan jî bikşînin berpirsiyartiyê hember vê tekoşîna ku îro tê meşandin."
Nesrîn bal kişand ser tehdîta DIAŞ'ê li beramberî welat cîhan û diyar kir ku niha ketine nav wê zanebunê ku xetereyek mezin DAIŞ niha ser wana jî tê dîtin û wiha pêde çû: "Ji bo wê jî niha di aliyê gellek welatan de hewildanek heye ku karibin DAIŞ'ê bi temamî ji holê rakin wekû bêjin çavkaniya wê tûne bikin, lê mijarek me di vir de gelek welat niha piştgiriyê didin ji Iraq , Lîbya, Misrê û welatên din jî yê ku DAIŞ tê de tevger dikin. Lê heta niha piştgiri dayinek ji Rojava re nehatiye kirin. Eger DAIŞ şikestinek xwaribe, ew jî di rojava de şikest çêbûye. Lê berpirsyartiyek wisa heta niha nehatiye nîşan dan."
Nesrîn li ser pirsa hêzên YPG û YPJ'ê meşrû ne yan ne bersivand û wiha got: '' Em bi xwe hêzekî meşrû ne û em li benda tu kesî nemane ku meşrûyetê bide me û em vê nakin mijara gûftogoyan jî. Ne em qebûl dikin yek ji me re bêjê hûn hêzekî meşrune yan na, em bi xwe jî di fikrandinek wisa de nînin. Em hêzekî di cewhera xwe de meşrû ne lewre em xweparastina cewherî dikin. Ji bo wê jî em tu car meşrûyeta xwe nakin mijara nîqaşê. Mirov dikare vê bêje eger ku meşrûyeta me ne be ev vexwandinên ku ji welatên derve bi taybet jî ji welatên weke Fransa û Îtaliya yê ku îro pêşengtî ji cîhanê re dikin wê nehatiba çêkirin."
Nesrîn der barê çûyina şandeya wan a ji aliyê vexwandina dewleta Îtalya jî wiha şirove kir: "Ji xwe çûna me ya Îtaliya em ji aliyê wan bi xwede hatin vexwandin, em şandeyekî hindek berfireh çûbun, şandeyeke di aliyê xwe yê leşkerî , civakî , siyasî, heta aliyê xwe yê kantona herêmî îfade dike, şandekî berfireh bû. Li wê der gellek xebat hatin meşandin, him hevdîtinê me bi hukumetê re hatin çêkirin, hevdîtinê me bi partiyên siyasî re hat çê kirin, dîsa hevdîtinê me bi saziyên civakî re hat çê kirin wek şaredarî, bi gelê Îtalî hat çê kirin. Bi rastî jî hevdîtinên gellek bi qîmet bûn û gelek bi wate bûn. Li wê derê gelek xebat hatin meşandin, giştî xebat jî aliyê xwe yê erênî li pêş bûn."
Nesrîn destnîşan kir ku her welatek artêşa wî heye û wiha axivî:''Lê avakirina yekîneyên bi vî rengî modeleke wek sîstemê xwe parastinê, ev ji bo her gelekî girîng e. Ji ber ku di encamê de derdikeve sîstem tu car nikare gelan biparêzê, tenê gel xwe bi xwe bikarbe xwe biparêzê. Ji bo wê pêwîste ew mekanizma parastinê bê çêkirin, ji bo wê jî em bêjin YPG û YPJ yekîneyên bi vî rengî wek modêlekî nû ji bo gelan e û bi taybet jî wek YPJ'e. Her tim jina di nav her şoreşa de cihê xwe girt û niha jî di nav gelek artêşa de cihê xwe digrê weke baskên girêdayî artêşê, lê YPJ'e cewhera wê cudaye."
Nesrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em tekoşîn dikin ku em karibin di vê qadê de têkiliya bidin pêşxistin û em bikaribin ji welatan re jî, bingehê berpirsyartiya xwe de bidin avakirin û alîkarîkî em bigrin. Ji bo wê jî hin tevgera me heye û hêviya me jî ji bo rojên pêş mezin ku em karibin hin bi xurtkir van xebata bidin meşandin."
(ch)