SES: 31 kes jiyana xwe ji dest da, rewşa 35 birîndaran jî giran e

15:05

JINHA

ENQERE /RIHA - Bîlançoya teqîna li hemberî Endamên Federasyona Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) a ji bo alîkariya ji nû ve avakirina Kobanê bikin hatibûn navçeya Pirsûs a Rihayê zelal dibe. Reşat Dogan ê Hevserokê Şaxa Rihayê ya SES'ê ye daxuyand ku li bexçeya navenda çandê 25, li nexweşxaneyan de jî 6 cenazeyên ciwanan heye. Hate zanîn ku hejmara birîndaran jî nêzî sedî ye.

Wezareta Karên hundir der barê Endamên Federasyona Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) a ji bo alîkariya ji nû ve avakirina Kobanê bikin duh ji ,Stenbolê hatibûn navçeya Pirsûs a Rihayê û li Navenda Çanda Amara diman rastî êrîşê hatin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê îro di derdora seat 12.00'an de êrîşek terorîst hate pêk anîn. Li gor agahiyên pêşî 27 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Ji bo zêdebûna windehiyan jî em bi fikar in. Her wiha di nexweşxaneyên heremê de jî nêzî 100 birîndar hene.''

Reşat Dogan ê Hevserokê Şaxa Rihayê ya SES'ê ye jî der barê bîlançoya bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku di ku li bexçeya navenda çandê 25, li nexweşxaneyan de jî 6 cenazeyên ciwanan heye. Hate zanîn ku hejmara birîndaran jî nêzî sedî ye. Reşat bal kişand pêwistiya xwînê ya ji bo birîndarên nexweşxaneyên Rihayê û bangawaziya welatiyan kirin ku alîkarî bidin birîndaran.

Her wiha hate ragihandin ku rewşa 35 birîndaran giran e.

(ch)