'Êrîşa Pirsûsê êrîşek xwekujiye'
15:28
JINHA
RIHA - Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk têkildarî êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya Pirsûsê de daxuyanî da û got ku êrîş, êrîşekî xwekujiye û ev yêk zelal bûye.
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk diyar kir ku êrîşa li Pirsûsê êrîşekî xwekujiye û ev yêk teqez e. Valî Kuçuk anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest da 28 kes in û têkildarî kesên êrîşa xwekujî pêk anîn jî wiha got: "Êrîşa xwekujiye lê kesê êrîş pêk anîye nayê zanîn. Hêzên me hê lêkolînan dikin. Bûyer gelek zîndî ye. Kiye, nasnameya wî çiye, derbarê wî de tu agahî tunene. Ekîbên lêkolîna cihê bûyerê, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin. Dema zelal bû em dê ji raya gişt re aşkera bikin."
Îzzettîn Kuçuk da zanîn ku heya niha tu kes têkildarî bûyerê de nehatiye binçavkirin.
(ch)