Êrîşa Pirsûsê hate şermezar kirin

15:42

JINHA

ŞIRNEX/COLEMÊRG - Li Colemêrg, Şirnex û navçeyên Şirnexê seat di 17.00'an de bi armanca şermezarkirina êrîşa Pirsûsê wê meşên girseyî werin lidarxistin.

Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî, Hezex, Qileban û Elkê bi armanca şermezarkirina êrîşa Pirsûsê wê bi pêşengiya rêxistinên HDP'ê û DBP'ê meşên girseyi werin lidarxistin. Hat ragihandin ku wê meşên girseyi sibe seat di 17.00'an de li ber avahiyên HDP'ê dest pê bikin.

Der barê mijarê de Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz diyar kir ku gelê Kurd li hemberî hemû êrîş û komkujiyan dê li ber xwe bide û bangawaziya tevlîbûna meşên şermezarkirinê gelê Botanê kir.

Her wiha li Şirnex û navçeyên wê ji bo şermezarkirina êrîşê îşev seat di 20.00'an de wê çalakiya vemirandina ampûlan û deng derxistinê pêk werê.

Colemêrgî dê sibê komkujiya Pirsûsê şermezar bikin

Li Colemêrgê nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endamên rêxistinên DBP û HDP'ê bi daxuyaniyekê şermezarkirina êrîşa li hemberî endamên Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo înşaya Kobanê çûn navçeya Pirsûsê pêk hat şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevşê pêk hat û di daxuyaniyê de ji bo meşa sibê ku di saet 17.00'an de ji ber avahiya DBP'ê dest pê bike jî bang tevlîbûnê li welatiyan hat kirin. Ligel endamên saziyên sivîl ên civakî û rêvebirên HDB û DBP'ê, parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan jî beşdarî daxuyaniyê bû.

'Êrîşkar dê di vê xwînê de bifetisin'

Hevserokê HDP'ê Rahmî Temel li vir axivî û diyar kir ku komkujiyê şermezar kir.Rahmî destnîşan kir ku yên çeteyên DAIŞ'ê bi alikariya AKP'ê îro dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da û wiha got: "Bila baş bizanibin ku kesên dibin sedema van komkujiyan dê di xwîna ciwanan de bifetisin. Ji bo ku pêşî van êrîşan bê girtin divê welatiyên Colemêrgê jî li hemberî van êrîşa bêdeng nemîne û dengê xwe bilind bike."

(ch)