KJA: Vîna şoreşgerî hedef hate girtin

16:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî êrîşa li Pirsûsê ya li hember endamên SGDF'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de hat gotin ku vîna şoreşger a enternasyonalîst li Pirsûsê bi bombeyan hat teqandin hedef hatiye girtin.

KJA: Roj roja zelalkirina aliyan e

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê were zanîn wek gelekî ku êşan vediguherîne hêzê, xwedîderketina li Şoreşa Rojava, li hember êrîşên nemerd ên hêzên dijbêrî şoreşê bi rêxistinbûnê îradeya hesabpirsîna me ji her demê bihêztir e.

Bombeya li Pirsûsê teqiya, ne bombeya destpêkê ye. Lê belê xuyaye, mejiyê rêveber ne xwedî wê vînê ye ku karibe pêşî li teqîna bombeyan bigire. Divê neyê ji bîrkirin ku bombeyên li Edene, Mersîn, Amed, Pirsûs û Kobanê teqiyan, encama helwesta bêberpirsyarî ya hikûmetê, helwesta destek û hêzê dide DAIŞ'ê û tevî hemû dijderketinên civakê jî israra di vê helwesta xwe de, ye.

Gelên Tirkiyeyê, hêzên rêxistinbûyî yên demokratîk, jin û ciwan xwedî wê hêzê ne ku lîstikên qirêj ên bi van lîstikan hatine plankirin, pûç bikin. Şoreşa Rojava rastiyeke nikare bê astengkirin û bûye malê hemû gelên bindest ên cîhanê. Roj ew roj e ku em hîn bêhtir bi hêz xwe bi rêxistin bikin û bi xwedîderketina li Şoreşa Rojava re bibin aliyê têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê.

Em ji bo ciwanên me yên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê, ji xizm û rêxistina ciwanên çep sosyalîst, gelên Tirkiyeyê yên alîgirên Şoreşa Rojava re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin."

KJA, diyar kir ku wê li hember êrîşê bêdeng nemînın û bi rêxistinbûnê bersivê bidin.

(ch)