CENÎ: DAÎŞ dijminê hemû hêzên demokratîk e

17:56

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Lî hember êrîşa xwekujî ya li dijî ciwanên SGDF'ê pêk hat li her derê bi çalakiyan tê protestokirin. Bûroya Aşitî ya jinên Kurd CENÎ jî der barê bûyerê de daxuyanî da û diyar kirin ku ciwanên sosyalîst ji ber ku biryara avakirina jiyana azad û biryara pêşerojeke azad dane rastî hedefên çeteyên DAÎŞ'ê hatine.

Lî hember êrîşa xwekujî ya li dijî endamên Federasyona Komeleya Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) pêk hat li her derê bi çalakiyan tê protestokirin. Bûroya Aşitî ya jinên Kurd CENÎ jî der barê bûyerê de daxuyanî da û diyar kirin ku ciwan ji ber ku biryara avakirina jiyana azad û biryara pêşerojeke azad dane rastî hedefên çeteyên DAÎŞ'ê hatine. Daxuyanî wiha ye:

''Bi sedan ciwanên sosyalîst ku berî xwe dan bajarê berxwedana gel ya Kobanê ji bo cihê xwe di nava xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bigirin, îro li Navenda Çandê ya Amara li navçeya Riha Pirsûsê rastî êrîşeke hovane hatin. Ev weke ciwan biriyara avakirina jiyana azad û biriyara pêşerojeke azad dane û bi vî awayî bûne hedefê dijminên mirovahiyê çeteyên DAÎŞ ê. Agahiyên dawî behsa nêzî 40 mirî û sed birîndaran dike.

Ciwan û hêzên demokratîk ji her aliyên cîhanê diherikin Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî bajarê berxwedanê, ya Kobanê û di nava soresa civaka demokratîk de cihê xwe bigirin. Ew dîsa vê hêviya gel ya şoreşa Rojava li her deverên cîhanê belav dikin û dibin cîrûskên şoreşên sedsala 21'emîn ya bi pêşengtiya fikir û ramanên Rêber APO yê Konfederalîzma Demokratîk.

Pirsûs di sala dawî de, bi berxwedana Kobanê ve, bûye navenda piştgiriya navnetewî ya ji bo şoreşa Rojava. Hem jî gele Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li vir bi berxwedana xwe ya hevpar, wateya vê sînora deshilatdaran ji holê rakirin. Mirovên ji her deveran li vir kombûne û piştgiriya xwe bi calakwarî û ragihandina azad bi pêş xistine. Di nobeta sînorê ku bi mehan berdewam e de, bi pêşengtiya jinan veö biriyarbûna gel xwe dide nîsandan. Bi qetilkirina aktîvîstê Kader Ortakaya di Mijdarê 2014'an de li ber sînorê Kobanê – Pirsûsê de, dewleta Tirk carekî din nêzîkbûna xwe ya li hemberî vê berxwedana mirovahiyê bi awayeke zelal nîşan daye ku heta roja îro bi gelek caran dîsa hatiye îspat kirin.

Êrîşa ku îro li navçeya Riha Pirsûsê pêk hatiye êrîşa ku hemû hêzên demokratîk û hêviya gelan hedef girt. Çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkarê xwe ya dewleta Tirk re bi vê êrîşê piştgiriya hêzên demokratîk yên cîhanê ya ji bo şoreşa Rojava û bi taybetî di kampanya Ji Nû Ve Avakirina Kobanê de hedef girtin û dixwazin bi vî awayî êrîşa hêviya nû yê gel, jin, ciwan û hêzên demokratîk yên navnetewî bikin.

Em weke CENÎ Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd vê êrîsê bi tundî sermezar dikin û dibêjin ku ti qîrêjî û hovîtiya wan nikare hêz û hevgirtina me bişikîne. Em banî li hemû hêzên demokratîk ên navnetewî, bi taybetî li rihê berxwedanê ya jinên cîhanê dikin ku li hemberî vê zîhniyeta hovane ya dewleta Tirk ku hevkar û sponsorên tecawuzkarên DAÎŞ'ê ne, êdî helwesteke zelal nîşan bidin, da ku bi piştgiriya navnatewî êdî dawî li vê bêheqitî û zor û zilmê wê bê anîn.

Em hemû mirovên sivîl ku di êrîşên Hesekê di Newrozê 2015'an de, di êrîşên Amedê di 5'ê Hezîranê de, di êrîşên Kobanê yên di 25'ê Tirmehê de û herî dawî êrîşên li dîjî ciwanên sosyalîst yên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna azadîxwaziya gelan didin.''

(ch)