Dirûşma dawî 'Bijî yekitiya gelan' bû
19:22
JINHA
RIHA - Li gor agahiyên dawî li Pirsûsê kesên ku jiyana xwe ji dest dan hejmara wan 39 e. Zehra Yanardag a şahidiya bûyerê kir axivî û wiha got: '' Hemû kes pir kêfxweş bû, lewre îşev wê li qada Newrozê şahiya salvegera şoreşa Kobanê pêk bihata. Ciwanan bi xwe re gelek lîstok anîbûn ji bo zarokan û dirûşma wan a dawî ' Bijî yekitiya gelan bû.'' Zehra da zanîn ku piştî bûyerê polîs êrîşî gel kiriye.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin navçeya Pirsûs a Rihayê, ji bo der heqê helmeta ku bi şîara ' Me Kobanê bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' daxuyaniyê bidin çûn Navenda Çanda Amara. Li vir êrîşek xwekûjî li hemberî ciwanan pêk hat û hate zanîn ku heta niha kesên jiyana xwe ji dest dane 39 kes in.
'Bi xwe re gelek lîstok anîbûn'
Piştî êrîşê gel bi dirûşmên ' Kûjer AKP' bûyerê protesto kirin. Zehra Yanardag a Gerînendeya Navenda Çanda Amara ye pêkhatina bûyerê wiha vegot: '' Serê sibê zû ji me re gotin ji bo piştgiriya Kobanê dê 300 kes werin. Li ser vê me navendê vekir û amadekariyên xwe kir. Me ciwana li bexçê pêşwazî kir û ji ber ku wê li qada Newrozê pîrozbahiya salvegera şoreşa Kobanê bikin pir bi coş bûn. Ji bo Koban wê şitlê daran biçandina û bi xwe re gelek lîstokên zarokan anîbûn. Sibê jî wê panela ' Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê' dê bihata dayîn.
Dirûşma dawî ' Bijî yekitiya gelan' bû'
Zehra da zanîn ku pêşî bi hev re taştê xwarine û piştre derbasî daxuyaniya çapemenî bûne û dema axaftin xilas bûne dirûşma ' Bijî yekitiya gelan, bîjî berxwedana Kobanê' haiye avêtin. Zehra diyar kir ku hê berî xilasbûyina daxuyaniyê ew ji bo lîstokan bidin hev derbasî avahiya navendê bûne û teqîn pêk hatiye. Zehra axaftina xwe wiha domand: ''Hevalek jin a porê wê tev şewîtîbû hate hundir û hin kesên birîndar a ji devê wan kef derdeket hatin hundir û ketin erdê. Em di şoqê de bûn. Me xwe avêt derve. Teqîn di nava girseyê de pêk hatibû û her kes belavî derdor bûbûn.
'Pir kesên birîndar ji ber gazê jiyana xwe ji dest dan'
Zehra destnîşan kir ku li cihê bûyerê gelek kes jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: '' Me bangî ambûlansa dikir lê têr nedikir û me maşîneyên ji rê derbas dibûn didan sekinandin, birîndaran dişandin nexweşxaneyan. Berî ambulansan polîs hat. Bi panzêran rê girtin û dema gel bertek nîşan da dest bi avêtina gazê kirin. Ji gazê behna me diçikiya. Pir kesên birîndar ji ber gazê jiyana xwe ji dest dan.'' Zehra da xuya kirin ku polîs piştî bûyerê êrîşî gel kiriye û çek jî bi kar anîye.
Zehra axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Bi salane li axa Kurdîstanê mirov bi vî awayî hate qetilkirin û hat xwestin ku îradeya gel were şikestin. Lê bila tû carî ji bîr nekin ku ev gel serî natewîne. Bûyera niha ya li navendê pêk hatiye jî lî dîroka Tirkiyê wê bibe şermek mezin. Em tû carî axa xwe ya pîroz teslîmî dagirkeran nakin''
(ch)