Li Pirsûsê polîs bi gazê êrîşî gel kir
20:05
Tîrmeh
20
/ 2015
JINHA
RIHA - Polîs û leşkeran bi bombeyên gazê êrîş li welatiyên li ber Navenda Çandê ya Amara ya ku komkujî pêk hatî kom bûn kirin.
Li navçeya Pirsûsê ji seata komkujî pêk hatî heya niha esnafan dikanên xwe girtin û welatî ji bo êrîşê şermezar bikin li ber Navenda Çandê ya Amara hatin cem hev û rastî êrîşa polîsa û leşkeran hatin. Polîs û leşkeran bi TOMA û wesayîtên zirxî êrîş li welatiyên kir û welatiyan ji bi dirûşmeyên "Qatîl AKP" û "Şehîd namirin" da.
Li gel êrîşa polîs û leşkeran welatî li ber navenda çandê sekna xwe didomînin.
(ch)