Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran hate şermezar kirin
08:30
JINHA
NAVENDA NÜÇEYAN- Li dehan bajar û navendên Tirkiye û Kurdistanê gel derket kolanan û li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê û AKP'ê hêrsa xwe anîn ziman. Di çalakiyan de bi sedhezaran welatî daketin kolanan û peyama ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê bibin yek dan.
Li Mêrsîn, Tarsûs, Edene, Hatay, Antalya, Şax, Gever, Wan, Qers, Mîdyat, Bêdlîs, Manîsa, Îzmir, Denîzlî, Akhîsar, Kocaelî, Amed, Bûrsa û Kocaeliyê bi sed hezaran welatî li dijî êrîşa li navçeya Pirsûsê pêk hat daketin kolanan. Bi sed hezaran welatiyan komkujiya li dijî endamên ciwan ên Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst pêk hat şermezar kirin. Li Mêrsînê HDP û Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Zarokê Azad çalakî pêk anî. Bi hezaran welatî beşdar bûn û komkujî şermezar kirin.
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê jî bi heman armancê Hêza Ked û Demokrasiyê, HDP li ber avahiya HDP'ê kom bûn û heta qada Yarenlikê meşiyan. Li Edeneyê jî hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonu daxuyanî dan çapemeniyê.
Li Hatay, Antalya, Şax, Gever, Qers, Wan, Bêdlîs, Manîsa, Eskîşehîr, Bûrsa, Kocaelî, ÎZmir, Amed û Mîdyatê jî Dayikên Aştiyê, Platforma Demokrasiyê, Hêza Ked û Demokrasiyê, ÎHD, wekilên CHP û HDP'ê rêveberên HDP, EMEP, SYKP, DHF, ODP, Mala Gel, SDP, ESP, KESK jî di nav de bi sed hezaran welatî li hev kom bûn û meş pêk anîn. Di çalakiyan de li gelek navendan piştî meşê çalakiyê rûniştinê hatin lidarxistin û êrîş bi hatin şermezar kirin.
(ch)