Michelle: Çêkirina fikra mêr, li ser îdîaya serdestîyê ye

09:07

JINHA

STENBOL - Michelle Thomas, bi riya medyaya civakî, nameya ku peyama "Ger ku tu lawaz bûya ez ê bi te re bizewiciyama" ya zayendîparêz girt. Michelle Thomas, anî ziman ku bi piraniya mêran re ev fikir serdest e û ev îdîaya îxtîdarê ye û wiha got: "Ev ziman zêde tê bikar anîn. Ev stratejiya serdestiyê ye.!

Michelle Thomas, li Îngîlîstan bi riya medyaya civakî ya Tinderê nameya ku peyamên wekî "Ger ku tu lawaz bûya ez ê bi tere bizewiciyama" ji mêrekî wergirt. Michelle Thomas, li hemberî vê nameyê nameyek nivîsand û di hesabê xwe yê Tinderê de parve kir. Michelle, têkildarî nameya xwe ya di medyayê de zêde hat şirovekirin axivî. Michelle, anî ziman ku jin û mêr wek hevin û hemû kesên di nava civakê de divê di aliyê mafê tekakesî de hurmetê nîşanî mafê hev bidin û wiha got: "Armanca nameya min a di hesabê Tînderê de ji bo hilweşandina feraseta mêr yê serdest e. Mêrê ku ez di hesabê Tinderê de naskirim, nameya "zayendîparêz" ji min re şand. Ji bo min biêşîne ev name şand. Ji bo hemû bikarînerên Tinderê her tiştî zanibin, min ev name parve kir. Ev ne tenê tercîhek fîzîkî ye. Ji jinên di aliyê fîzîkî de lawaz re jî hatiye şandin."

'Divê jin bi bedena xwe re lihevkirî be'

Michelle, destnîşan kir ku peyama ji wê re hat şandin ji 400 peyvan pêk tê û bi hunerek hûr hatiye nivîsandin û wiha berdewam kir: "Di nameyê de gotinên wekî 'Bebika min, hingivamin, ez ji bo te dimirim' û gotinên 'Ger ku tu lawaz bûya ez dê bi tere zewicîbûma' şandin. Ev feraset û ramana mêr a serdest nîşan dide. Ev bingeha fikra serdest û îxtîdarê ya mêr e." Michelle Thomas, anî ziman ku bi piraniya mêran re ev fikir serdest e û ev îdîaya îxtîdarê ye û wiha got: "Ev ziman zêde tê bikar anîn. Ev stratejiya serdestiyê ye.!

'Piraniya bertekan erênî ne'

Michelle, destnîşan kir ku piraniya peyamên ji wêre çûn hemû erênî bûn û ji aliyê hemû cîhanê ve rastî piştgiriyê hat. Michelle, anî ziman ku hemû jinên peyam ji wêre şandin, çîroka bi serê wê de hatiye wekî çîrokên xwe dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin vê nameyê wekî dengê xwe dibînin. Pirsên wekî 'Tu çima di Tinderê de bû?" û "Te çima xwest hevdîtin bike? Ji niha û şûnde çi pêwîst be ez ê bikim.

'Medya jinê wek amûrek bikar tîne'

Michelle, xwe wekî femînîst bi nav kir û destnîşan kir ku medya jinan wek amûrek bikar tîne û xwest her kes ji wekheviya zayendiyê re hurmetê nîşan bide.

(en/mae/ch)