'Kesên wêranker dê winda bike ên jiyanparêz dê bi serkeve'

10:20

JINHA

STENBOL - Jinên HDP û HDK'ê qetlîama li dijî ciwanên ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê çûn Pirsûsê û li vir rastî êrîşa xwekujî hatin şermezar kirin. Jinan daxuyand ku dirok ev rastiya komkujiyê dê binivîsîne û wiha axivîn: '' Kesên hovane ya ji bo ruxandina jiyanek asayî êrîş dikin, dixwazin ku jiyana ji nû ve were avakirin asteng bikin''

330 ciwanên Endamên Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û yê BEKSAV'ê ji bo piştrgiriya ji nû ve avakirina Kobanê bi şîara ' Me Kobanê bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' derketin rê û duh hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Ciwanên ku li Pirsûsê li Navenda Çanda Amara diman dema daxuyaniya çapemeniyê didan teqîn pêk hat. Di encama teqînê de gelek kes jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

'Rastî dê rojek li rûyê wan bişîrqîne'

Parlamentera HDP'ê Hûda Kaya da zanîn ku bûyera pêk hat komkujiyek e û bal kişand şewatên daristanan jî û wiha axivî: '' Hemdemiya van bûyeran balkêş e. Her wiha ev bûyer ji ber ku di salvegera şoreşa Rojava de pêk hat divê baştir were nîrxandin. Ev bûyer ji alî wahşet û hêrsa ku li hemberî jiyanê tê kirin nayê îfade kirin. Em çîqas ji bo jiyanek nû û azad tevdigerin kesên xwînmij jî hewqas ji bo ruxandina wê hewldidin. Dîrok dê vê rastiyê binivîsîne. Ev rastî dê rojek li rûyê wan bişîrqîne. Em bawerin ku kesên aşitîxwaz û avakerên jiyanek nû dê bi ser bikevin. ''

'Hikûmet berpirsyar e'

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel êrîşa li Pirsûsê şermezar kir û da zanîn ku wê her dû hevserok dê biçin Pirsûsê. Sebahat axaftina xwe wiha domand: '' Berpirsyara vê komkûjiya li hember ciwanan pêk hat hikûmeta AKP'ê ye. Lewre heta niha li hember daxwazên aşitî gav neavêtî û havkariya DAÎŞ'ê kiriye . Heger ewlehiya hewqas ciwanan nayê girtin ev jî nîşan dide ku hevkariya komkujiyê hatiye kirin. Ev bûyerek xofdar e û Wezareta Karên Hundir raste rast berpirsyarê vê ye. Ez ji hemû gelên Tirkiyê dixwazim ku bi hestiyar bin. Ev komkûjî bêgûman peyama piştîgiriyên Kobanê re ye, peyama ji ciwanên Tirkiyê re û hezkirîyên gelê Kurd re ye. Gelên me divê bertekên xwe yên demokaratîk nîşan bidin ev berpirsyariya me ye lê divê hikûmet jî berpirsyariyên xwe zanibin û li gor wê tevbigerin.''

'Divê hesap were dayin'

Ayşe Berktay a endama MYK'ê ya HDP'ê ye destnîşan kir ku DAÎŞ tenê ne pirsgirêka Kurda an yê Rojava ye, ev pirsgirêka hemû kesan e û wiha pê de çû: '' Li ser ciwanên ku dixwestin alîkariya Kobanê bikin û birînên wan derman bikin êrîş pêk hat. Divê hesaba vê komkûjiyê were dayîn. Ev qetlîama çenda ye? Li Amedê, Ardaxan û li Agirî bi heman awayî qetlîam pêk hat. Li Pirsûsê jî DAÎŞ cardin qetlîam kir lê êdî divê hesabên vê ji wan û alîkarê wan ya AKP'ê were xwestin.''

(ch)