Nesibe bi tenê qetlîam protesto kir
11:06
JINHA
DENİZLÎ- Nesîbe Karakaya ji bo şermezarkirina qetlîama Pirsûsê bi tenê çalakî li dar xist. Nesîbe kesên ku pirsa 'Pirsûs li kû derê ye' kirin re bi bersiva ' Ji vir ne dûr e' bertek nîşan da
Nesîbe Karakaya (25) li Denizlî dijî û ji bo qetlîama ku duh li Pirsûsê pêk hat li Bûlwara Gazî, li ber sînemaya kevn çalakiya rûniştandinê pêk anî. Nesîbe bi dovîzên ' Ji ber ku lîstok û xwarin birin hatin perçekirin, li Pirsûsê qetlîam heye', ' Qêrîna Pirsûsê, bedenên perçekirî bibîne, bizanibe' xwest balê bikişîne qetlîama Pirsûsê. Nesîbe kesên ku ji rê derbas dibû û pirsa 'Pirsûs li kû derê ye' dikirin re bi bersiva ' Ji vir ne dûr e, ' bertek nîşan da. Nesîbe anî ziman ku ji ber gelê Denizlî ji qetlîamê agahdar bike biryara vê çalakiyê daye.
(ch)