KJK banga berxwedana hevpar kir
12:05
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên şoreşger û sosyalîst, êrîşeke namerdî ya li hemberî vîna têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye kirin, ku ji bo pêşeroja xwe di nava piştevanî, biratî û yekîtiyê de ne. KJK'ê ev komkujiya namerdî û piştgiriyên wê nalet kir û got, "Em 31 rêhevalên xwe ku her yek ji wan şehîdê şoreş û biratiya gelan e, bi mînetdariyeke mezin bibîr tînin. Em diyar dikin, ku em ê bibin şopdarên têkoşîna pêşeroja hevpar û azad a ku ciwanên SGDF'yî li ser sînorê Kobanê cihê şînbûna jiyana nû, bi dirûşmeyan 'Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin' helwesta herî bi rûmet nîşan dan."
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di asta heyî de ku desthilatdariya AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Pûşberê de derbeke careke din nayê ceribandin xwariye, hîn bêhtir hat dîtin ku di meşa hevpar a bi DAIŞ'ê re, parçeyên ji projeyekê ne" û destnîşan kirin ku: "Pêşdeçûn, bilindbin û hilweşîna van her du rêxistinbûyînan, paralelî hev in. Modela AKP'ê û fîgura Erdogan ku ji destpêkê ve weke projeyeke şerê taybet hatin destnîşankirin, tê fêmkirin ku li hemberî perspektîfa çareseriyê û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan hatine afirandin."
'Berxwedana ciwanan mirateya şoreşgeran e'
Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha berdewam kir:
"Pêngava Çareseriya Demokratîk a ku Rêberê me di Newroza 2013'an de afirand, hemû qirêjî û rûyê rast ê AKP'ê derxist holê. Di nava pêvajoya du salan de AKP û dewleta Tirk, derfeta çareseriya destûra bingehîn a demokratîk binirxanda û reformen demokratîk ên berfireh pêk bianiyan, ku bi vê yekê re wê nefes bihata ber gelên me. Yan jî wê ev pêvajo heba bikira, lê belê AKP nema karîbû gel bixapanda û ya herî girîng jî wê dawî li bilindbûna desthilatdariya faşîst a xetere bihata. Biryara şer a di civîna MGK'ê ya Cotmeha 2014'an ku civîna herî demdirêj bû û şerê taybet û sîstema tecrîdê ya li hemberî Rêberê me, ji aliyê cewherî ve vegotina vê têkçûnê ne. AKP a ji destpêkê ve bi dijminahî nêzî gelê Kurd bû, tû carî ev polîtîkaya xwe neterikand. Li dijî şervanên azadiyê yên Kurd ên sê sal in li Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê bi lehengî li ber xwe didin, Tirkiye şerê herî qirêj ê tevahiya dîroka xwe dimeşîne. Bûyer û têgihiştina jê re rewşa aştiyê tê gotin xapandineke; ev du sal in gelê Kurd her roj zarokên xwe yên leheng vedişêre. Gelê Kurd wê êdî tû êrîşên dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê qebûl neke. AKP her çend roj bi roj êrîşên xwe zêde dike jî, wê bikeve nava sergoyê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê. Ev yek têkçûna AKP'ê ye.
Li pêşberî pêngavên siyaseta demokratîk ên Rêbertiya me, siyaseta AKP'ê têk çûye. Di şexsê Kobanê, encamên hilbijartinên 7'ê Pûşberê û ciwanên bi ruh û şiara 'me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin!' li Pirsûsê civiyan de, vîn û têkoşîna çareseriyê ya gelên Tirkiyeyê xurt bûye. Perspektîfa neteweya demokratîk tevî hemû berdêlên giran û têkoşîna bi zehmet, ketiye ser rêya xwe. Êdî li Tirkiyeyê demokrasiya hevpar, piştevanî, tercîh û têkoşîna azadiyê wê pêşeroja me diyar bike. Gelên Kurd û Tirk, jin û ciwan bûne xwedî perspektîf û rêya xwe parastin û avakirina jiyanê bi hev re. Berxwedana ciwanên Kurd û Tirk a li Kobanê bi rêhevalî li dijî DAIŞ'ê hat nîşanadan, şênber û rojanebûna xeta berxwedan û biratiya gelan a Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîlan e."
Ji KJK'ê banga berxwedana hevpar
KJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe wiha got, "Em bang li hêzên çep û demokratîk ên li Tirkiyeyê dikin, ku li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê, her şêv êrîşên faşîst û şîdeta dewlet-polîs, berxwedana hevpar û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Di serî de gelê Kurd em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin ku yekîtiya xwe pêk bînin û li vê rêveçûna AKP'ê ya gelên me ber bi teslîmiyet û tarîtiyê ve dehf dide, dest werdin. Em bang dikin ku hemû destketiyên bi sekna xwedî vîn û bi rûmet a têkoşîna demokrasiyê ya 40 salan a gelê me û jinan hatine bidestxistin, werin parastin. Li hemberî her komkujî û êrîşan em bang li gelê xwe û hemû gelan dikin ku têkoşîna çareseriya demokratîk bilind bikin. Jİ bo azadiya temînata aştiya rasteqîn azadiya Rêbertiya me, em têkoşînê xurt bikin."
(ch)