Baxçeya komkujiyê bû cihê şînê

12:14

JINHA

RIHA - Li ketina baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya komkujî lê pêk hatî alên SGDF'ê e hat daliqandin. Hate ragihandin ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê bê cihê bûyerê û lêkolîn bike.

Li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya ku 300 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo tevlî xebatên avakirina Kobanê bibin hatin Pirsûsê û di dema daxuyanî dan çapemeniyê bombe teqiya alên SGDF'ê hat daliqandin. Li dora baxçeyê teqîn lê pêk hatî hat girtin û gelek alên SGDF'ê û alên wê danîn baxçe.

Hat dîtin ku gelek parçeyên bîleyan di dîwarên navendê ketin û welatiyên dikevin baxçe lêgerîna wê tê kirin.

Li aliyê din Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê seatên pêş de bê baxçeyê navenda çandê û lêkolînan bike û daxuyaniyê bide çapemeniyê.

(ch)