Dayikên Aşitiyê komkûjî şermezar kirin

12:40

JINHA

AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê komkujiya Pirsusê şermezar kirin. Dayika bi navê Kudret Eryilmaz anî ziman ku êrîş bi piştgiriya AKP'ê û polîsên AKP'ê pêk hatiye û wiha axivî: "Heta ku em hesabê zarokên xwe ji kujeran nepirsin em nasekinin û em naqedin."

Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê der barê êrîşa bombeyî ya li hemberî ciwanên SGDF'ê ya li Pirsusê pêk hatibû daxuyanî da çapemeniyê. Dayikên Aştiyê ji ber avahiya xwe heta birdariya Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyoluyê meşiyan û li wê derê daxuyanî da çapemeniyê. Dayikan ji bo êrîşê şermezar bikin qurdalêyên reş li serê xwe gerandin. Li vê derê li ser navê dayikan Kudret Eryilmaz axivi û got: "Divê cihan temamî li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê bibîne û çavên xwe veke. Mirin ne para zarokên me ne."

'Êrîş bi agahdariya polîs û hikumetê pêk hat'

Kudret da zanîn ku di êrîşê de tiliya AKP'ê tê heye û wiha pê de çû: "Dema ku ciwanên me daxuyaniyekê didin çapemeniyê bi dehan polîs wan dorpêç dikin û gelek caran nahêlin çalakiyên xwe pêk bînin. Lê di êrîşa duh de qet polîsek jî li cihê buyerê tune bû. Ev yek piştrast dike ku êrîş bi agahdariya polîsan û hikumetê pêk hatiye."

Kudret bilêv kir ku ew çiqasî bên kuştin ew ê kîn û hêrsa wan hêztir bibe û axaftina xwe wiha domand: "Heta ku em hesabê zarokên xwe ji kujeran nepirsin em nasekinin û em naqedin. Em êrîşa li hemberî ciwanan bi tundî şermezar dikin."

(ch)