Ciwanên Rojava: Ciwan bila sinor nasnekin û bi yek bin
13:24
JINHA
QAMIŞLO- Tevgerên ciwanên Rojava komkujiya li Pirsûsê pêk hat bi tundî şermezar kirin. Rûheyv Agirî û Berçem Ronî ya di tevgera ciwanan de cîh digrin anîn ziman ku pergala deshilatdar dixwaze ku ciwanan di nava qirêjiya xwe de bifetisîne û ji ber vê li hember ciwanan komkujî pêk tîne. Cîwanan diyar kir ku li hember vê ciwan bila sinor nasnekin û bi yek bin.
'Em li hemberi komkujiyê bêdeng naminin'
Komkûjiya ku li Pirsûsê li hemberî ciwanên sosyalîst pêk hat û bû sedema mirina 32 ciwanan û bi sedan birîndarî çêbû li hemû deverên cîhanê tê protesto kirin û şermezar kirin. Tevgera Jinên Ciwan a Rojava jî komkujiya ku li Pirsûsê pêk hat bi tundî şermezar kirin û ciwanan anî ziman ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Rûheyv Agirî ya di Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan de cîh digre bal kişand dema komkûjiyê ya di salvegera şoreşa Rojava de pêk hat û wiha axivî: '' Em li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ev komkûjiya hate kirin şermezar dikin û em dibînin ku êrîş herî zêde li ser ciwanan tê kirin. Lewre pergala deshilatdar dixwaze ciwanan di nava qirêjiya xwe de bifetisîne. Ji ber ku komkûjî di salvegera 19'ê Tîrmehê ya şoreşa Rojava de pêk hat em dikarin bêjin ku ev êrîş hedefa yekemîn carek din perçekirina Kurdan e. '' Rûheyv da zanîn ku ev êrîşa li ser ciwanan hate kirin ne cara yekemîne û got: '' Em li hember van komkujiyan bêdeng namînin.'' Rûheyv di dawiya axaftina xwe de ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayi re sersaxî û xwest û anî ziman ku serkeftin dê ya berxwedêran be.
Hezin deshilatdar ji ciwanan ditirsin
Endama Reveberiya Yekitiya Ciwanan a Rojava Berçem Roni jî komkujiya li Pirsûsê pêk hat şermeazar kir û wiha axivi " Em komkûjiya ku hate kirin tû carî ji bîr nakin û em dizanin ku êrîşa li ser ciwanan hate kirin li hemberî hemû ciwanan pêk hatiye ku ciwanan biçewisînin. Lewre Girê Sipî jî bi destê ciwanan hate rizgarkirin û ev ji bo dewleta Tirkiyê derbeyek mezin bû.'' Berçem bal kişand rola Tirkiyê ya di komkûjiyê de û da zanîn ku polîsên Tirkiyê ji bo çûyina ciwanan a Kobanê asteng bikin hewldane û axaftina xwe wiha domand: '' Ji ber ku ji nû ve avakirina Kobanê de ciwanan pêşengtî kirin dewleta Tirkiyê ciwanan hedef girtin. Ev jî diyar dike ku Dewleta Tirkiyê li hemberî ciwan û civakê ye.'' Berçem destnîşan kir ku ciwanên hatibûn Pirsûsê ne tenê ciwanên Kurd bû û dixwestin piştgiriya Kobanê bikin hêzên deshilatdar ji vê tirsiyan û êrîş pêk anîn.Berçem wiha axivî: '' Hevkariya DAÎŞ û Tirkiyê di vê bûyerê de jî diyar e û em dibînin ku hêzên desthilatdar ji ciwanan çiqas ditirsin''
'Komkujî bêtehamûliya serkeftinên hêzên YPG/YPJ ne'
Berçem ani ziman kû di vê demên dawî de hêzên YPG/ YPJ serkeftinên girîng bi dest xistine û ev bi rûhê ciwanan pêk haiye û wiha berdewam kir: '' Ev êrîş jî netehamûliya serkeftina ciwanan dide nîşandayin. Bi êrîşa Pirsûsê ya hemberî ciwanan jî xwestin di şexsê ciwanên ku jiyana xw ji dest dan de hemû ciwanan têk bibin''
'Ciwan bila sinor nasnekin û bi yek bin'
Berçem diyar kir ku êdî gelê Kurd û ciwanên Kurd nayê lîstikên dewleta Tirk û bang li ciwanan kir ku êdî bila ciwan sinoran nasnekin û bi yekbûyî tevbigerin. Berçem axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Hêzên deshilatdar ji yekitiya ciwanan ditirse û naxwaze ciwan bi yekitiî tevbigere. Ji ber vê divê ciwan li nasnameya ciwanan xwdî derbikeve.''
(re/ch)