Daykên Aşitiyê: 'Komkûjiya Pirsûsê encamê planên B û C ye
14:07
JINHA
ŞIRNEX- Li Cizîrê Meclisa Dayikên Aşitiyê ji bo şermezarkirina komkujiya Pirsûsê kom bûn û diyar kirin ku destê wan ê ji bo aşîitiyê li hewa maye û gotin: ''Dewleta Tirk bi planên xwe yên B û C Kurdan bi destê DAİŞ'ê dide kuştin.
Meclisa Dayikê Aştiyê ya Cizîrê bi armanca şermezarkirina komkûjiya Pirsûsê ya li hember ciwanên SGDF'ê pêk hat şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên meclisê ku tevlî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê bûn bi desmalên xwe yên sipî ya li situyê xwe pêçayî bûn diyar kirin ku tevî hemû êşên dilê xwe cardin aşitiyê dixwazin. Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Eyşe Erten axaftinek kir û da zanin ku komkujiya ku li Pirsûsê pêk hatiye bi tû awayî nayê qebûlkirin û got: '' Di Mislûmantiye de ev tişt tune ye.''
Dayika Eyşe bang li dayikên leşkeran jî kir û axaftina xwe wiha domand: '' Îro her dayikek li vir 3-4 şehîdê wan hene lê dîsa jî dibêjin aşîtî em bang li dayikên leşkeran jî dikin û dibêjin bila ew jî destê xwe bidin me." Eyşe balê kişand ser agirê li Cudî ketibû jî û wiha axivî:" Ka dar û daristanê me çi kirine ji wan. Ew ê hesabê wan sewalên ku şewitandine çawa bidin?" Dayika Eyşe her wiha li ser tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî sekinî û diyar kir ku heya agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan negrin bi tû awayî aram nabin. Dayika Eyşe banga aşitiyê dûbare kir û destnîşan kir ku di cejnanan de jî ew di nava şînê de ne.
'Em yek tenê jî bimînin serî natewînin'
Piştî axaftina Eyşe endamê Meclîsa Dayikên Aşitiyê Wesîla Sarican axivî û da zanîn ku çeteyên wek DAİŞ'ê ji dewletên navnetewî alikarî digrin û bang li dewletên navnetewî kir ku alîkariya didin çeteyan bila bisekinînin. Wesîla axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev dewletên derve çekan difiroşin her dû aliyan û dibin sedema qetlîaman. Lê êdî bes e me keç û xorêtên xwe xist bin axê. Em ligel her tiştî dîsa jî dibêjîn aşîtî, gelo çima kes dengê me nabihîse?'' Dayika Wesîle diyar kir ku dewletên din jî li ser pişta gelê Kurd siyasetê dikin û bangî Serokomar Recep Teyîp Erdogan kir û got: '' Te digot pîlanê B û C dêmek planê te kuştina Kurdan a bi destê DAİŞ'ê bû. '' Wesila bang li hevsera Serokomar jî kir û got ku bila Emîne Erdoxan jî wek dayikek li hember qetlîma bisekine. Wesîla di dawiya gotinê xwe de sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Bila Erdoxan tû carî rehet ranezî lewre em yek tenê jî bimînin em serî li ber wî netewînin.''
'Li Kurdîstanê giha jî rastî neheqiyan hatiye'
Endama Meclisa Dayikan Aşitiyê Meryem Fidan jî axaftina dawi kir û da zanîn ku li gorî Kuranê jî mafê her kesî ya jiyanê heye û wiha pê de çû:" Em mirinek bi şeref dixwazin. Bîla kesên emana me dikin piştgiriyê bidin me. Meryem anî ziman ku di erdnîgariya Kudîstanê de hemû zindî heta giha jî rastî neheqiyan hatiye û got: '' Ji bo aşitiyek mayinde divê Serokê me were berdan û bila zanibin ku em dev ji her tiştî berdin jî ji Serokê xwe bernadin.''
(ma/ch)