KCD: Şoreşa Rojava hedef hatiye girtin
15:02
JINHA
AMED- KCD li hember komkujiya Pirsûsê daxuyanî da û komkûjiya ku li ser ciwanan pêk hatiye şermezar kir.KCD daxuyaniyê de diyar kir ku ev êrîşa dermirovahiyê rasterast Şoreşa Rojava ya ji alî hemû cihanê ve hatiye qebûlkirin, hedef girtiye.
Kongreya Civaka Kurdîstan (KCD) ji bo komkûjiya li hember endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst(SGDF) pêk hat û di encamê de 30 ciwan jiyana xwe ji dest da bi sedan kes jî birîndarin daxiyanî dan û qetlîamê şermezakirin. Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:
''Diroka 20'ê Tîrmehê li Pirsûsê ji bo sêyemîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve avakirina Kobanê, li hember ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst êrîşeke hovane pêk hat.
Di bûyera ku bû sedema qetilkirina 30 ciwanan û birîndarbûna ji sedî zêdetir welatiyên me, Ji aliyê rayedarên hikûmetê ve wek kesên ku bombe di xwe de teqandine hate ragihandin .Di nûçeyên despêkê yên ku gihîşt raya giştî, ev êrîş ji hêla çeteyên tecawizkar û hov, DAIŞ'ê ve pêk hatiye.
Aşkere ye ku ev êrîşa wehş û dermirovahiyê rasterast Şoreşa Rojava a ku bi dest û keda gelê Kurd û dostên wan li Kobanê bi berxwedaneke bêhempa bi serkeftinê tacîdar bûye û ji aliyê hemû gelên Tirkiye , Rojhilata Navîn û cihanê ve hatiye qebûlkirin, hedef girtiye.
Çeteyên tecawîzkar û wehş êrîşên xwe, yên pilankirî û organîzekirî bi ser rihê enternasyonalîst a ku bi serkeftina gelê Kurd li ser esasê azadî û wekheviyê damezirandiye , didomînin.
Ev êrîş berê jî li hember avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan ên li Edene, Mêrsînê û di Mîtinga Hilbijartinê ya Amedê de , li Kobanê û niha jî li Pirsûsê pêk hatin.
Di rûdana van êrîşên li Edene, Mêrsîn û Amedê de ,Hikûmeta AKP'ê ya ku dewletê bi rê ve dibe, ji aliyê ewlehiyê ve tu tiştek nekiriye û tenê bi şermezarkirinê maye.
Helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hember DAIŞ'ê ji aliyê her kesî ve tê zanîn.Çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên hemû cihanê dest û milê xwe bi rihetî ba dikin û dikevin Rojava û Tirkiyeyê. Çeteyên birîndar li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên dermankirin, her weha wêneyên bi leşkerên Tirk re di çapemeniyê de hatin weşandin. Her wekî din TIR'ên MİT'ê
Li hember helwesta hikumeta AKP yên musamahakar Emerîka û Yekitiya Ewropa li Tirkiyeyê hişyar kiriye û xwestine ku helwesta xwe zelqal bike, ewlehiya sinoran bigire. Lê mixabin ev hişyarî û nerazîbûna cîvaka Tirkiyeyê fêde nedaye.
Cîwanên ku hatin qetil kirin, bi daxuyaniyeke ve eşkere kirin ku di navbera 19-24 Tîrmehê de dê li Kobanê bibin û di nava kar û xebatên ji nû ve avakirinê de cih bigirin. Lê di mêjuya 19 Tîrmehê de li Pirsusê ji aliyê Qeymaqamê navçeyê destur nehat dayin. Cîvanan bi neçarî li Pirsusê dimînin û sibe 20'ê Tîrmahê de wexta ku rewşa xwe bi daxuyaniyeke ve ji raya giştî re parve dikin rastî êrîşê hovane dimînin. Ev erîş mirovan dixwe nava fikariyê
Ligel ku ji aliyê Hukumeta AKP'ê ve tê zanîn dê ji aliyê Daîş'ê ve êrîşên hovanê bên kirin jî, ji aliyê hukumetê ve tedbîrên pêwist ji aliyê hukumetê ve nehatine girtin û ev xemsariya hukumetê rê li ber komkujiya Pirsûsê vekiriye. Ji ber vê, berpirsiyariya vê komkujiyê jî li ser milê hukumetê ye.
Her wiha di vê pêvajoya ku gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo muzakereyan di nava hêvî û bendewariyeke mezin de ye, pêkanîn û tecrîta li ser birêz Ocalan, pêanînên tedbîrên ewlehiyê yên wekî yên Rewşa Awarte û binçavkirin û girtinên komî yên di derbarê endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl de û her wiha êrîşên bombeyî yên ku ji dema hilbijartinên 7'ê Pûşberê heta vê demê yên ku ji aliyê hêzên kontra ve hatine kirin û Hukumetê jî ji van êrîşan re çavên xwe girtine û heta niha di derbarê van kesên tarî de tû doz nedane destpêkirin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin.
Divê were zanîn ku êrîşên li hemberî gelên kurdistanî û gelên herêmê hatine kirin, li hemberî mirovahiyê hatine kirin. Em ê wekî KCD û hemû sazîyên sivîl û partiyên siyasî ku temsîla gelê Kurd û kurdistanî dikin, bêdeng nemînin û têkoşîn û berxwedanê bilindtir û xurtir bikin.
Em vê êrîşa hovanê ya ku li hemberî vîn û berxwedan gelan pêk hatiye şermezar dikin û bang li hemû aştîxwaz û demokratan dikin ku li hember vê êrîşa hovanê bêdeng nemînin.''
(ch)