Li Serêkanî Komkûjiya Pirsûsê hate şermezar kirin

15:32

JINHA

SERÊKANIYÊ- Saziyên rêxistina civaka sivîl ya bajarê Serêkanî ji bo şermezarkirina komkûjiya Pirsûsê bikin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Reca anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê ji ber ku nikarin li hemberî şervanên YPG/YPJ bisekinin êrîşî gel dikin.

Li bajarê Serêkanî ya Rojava saziyên rêxistina civaka sivîl li ber Mala Gel ji bo şermezarkirina komkûjiya Pirsûsê ya li hember endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst(SGDF) pêk hat û di encamê de 30 ciwan jiyana xwe ji dest da bi sedan kes jî birîndarin daxûyanî dan û qetlîamê şermezakirin. Hevserokê Mala Gel Reca Risû komkûjiya li Pirsûsê pêk hat şermezar kir û wiha axivî: ''"Li ser navê saziyên civaka sivîl em bejna xwe li ber şehîdên Pirsûsê ditewînin û em rihetiya can ji birîndaran re dixwazin. Piştî serkeftinên şervanên YPG/ YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê û şikestina DAIŞ'ê nikarin li hemberî me sîng bi sîng bisekinin biteqînan komkûjiyan pêk tînin. ''

'Kesên deshilatdar naxwazin gel bi îrade bin'

Reca da zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê ji ber ku nikarin li hemberî şervanên YPG/YPJ bisekinin êrîşî gel dikin û wiha pê de çû: '' Kesên desthilatdar naxwazin gelê me xwedî bi îrade bin û ji ber vê jî bi teqînan dixwazin me ji doza me adûr bixînin lê teqînên wan vala derdikeve lewre îradeya gelê Kurd tu carî nikarin bişkînin"

Welatiya bi navê Cîhan Ebelezîz jî der barê komkujiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên DAÎŞ'ê îradeya gel naşikîne û got: ''Heta dilopek xwîn jî di canê me de hebe em ê parastina welatê xwe bikin.''

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(de/ch)