Hiqûqnasên Rojava banga ronîkirina komkûjiya Pirsûsê kirin
16:14
JINHA
QAMIŞLO- Cigira Desteya Dadê ya Kantona Cizirê Evin Xilo komkujiya li Pirsûsê şermezar kir û bang li hiqûqnasan kir ku komkujiya Pirsûsê ronî bikin. Evîn wiha axivî: '' Ji ber ku komkujiyên te jiyandin nayê ronî kirin ev hêz dide komkujeran. Kesên ku pêşiya van komkujiyan bigrin hiqûqnasin.''
Cigira Desteya Dadê ya Kantona Cizirê Evin Xilo komkûjiya li hemberî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst(SGDF) pêk hat û di encamê de 30 ciwanan jiyana xwe ji dest dan bi sedan kes jî birîndarin axivî û qetlîamê şermezar kir.
Cigira Desteya Dadê ya Kantona Cizirê Evin Xilo bang li hiqûqnasên civakê re kir û got "Dive ev komkuji were ronikirin. Ji ber ku komkujiyên te jiyandin nayê ronî kirin ev hêz dide komkujeran û berdewamiya vê tê. Divê êdi bi edaleta rast û wîcdana rast tevbigerin. Kesên ku pêşiya van komkujiyan bigrin hiqûqnasin".
'Armanca komkujiyê perçekirina yekitiya gelan e'
Evin Xilo bal kişand ku ciwanên di komkujiyê de hatine qetilkirin ne tenê ciwanên Kurd in, ji hemû kesên azadixwaz pêk tên û got: ''Ev qetlîam darbeyek ji bo biratiya gelan e û armanca wê perçekirina yekitiya gelan e. Em weki hiqûqnasên civakê tû carî van komkûjiyan napejirinin û divê kesên di civakê de li ser hiqûqê disekinin dive erka xwe di vê pêvajoyê de pêk bînin".
Evîn destnîşanî zagonên civakî jî kir û da zanîn ku divê hiqûqnas bêalî û exlaqî tevbigerin û vê komkûjiyê ronî bikin. Evîn axaftina xwe wiha domand: ''Em êdî ji van bûyeran şerim dikin ku ev komkujiya hovane û dijmirovahi tû kes nikara qebul bike. Hêzên navnetewî jî divê li hember vê komkûjiyê bêdeng nemîne û ji bo civakek azad rol û mîsyona xwe bîne cîh.'' Evin di dawiya axaftina xwe de sersaxi ji hemû malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayi re xwest û ji bo birîndaran re jî şîfa xwest.
(zk-re/rb/ch)