PAJK: Dem dema rêxistin û tevgerê ye

16:37

JINHA

BEHDÎNAN- Koordînasyona PAJK'ê komkujiya li Pirsûsê bi awayk tûndî şermezar kir û got, "Ev êrîş û komkujiya namerdî, ji bo wezîfeya parastinê banga li ciwanan e. Pêwîste hemû zanîngehên veguherîne saziyên şaxên dewletê, dibistanên mêtîngeriyê werin valakirin û ciwan hemû derhal cihê xwe li nava refên azadiyê bigirin. Li dijî êrîşên rêxistinkirî û plankirî, dema dema rêxistinbûyîn û tevgerê ye. Têkoşîna sosyalîzmê ya rêhevalên me yê ciwan wê her tim mezin bibin."

Koordînasyona PJAK'ê, komkujiya dewleta Tirk a mêtînger li Pirsûsê bi destê DAIŞ'ê kir, bi tûndî şermezar kir. PAJK'ê ciwanên şoreşger-sosyalîst ên jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û diyar kir ku ew êşa dost, heval û malbatên wan parve dikin, ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.

Di daxuyaniya PAJK'ê de wiha hate gotin, "Welatparêz û şoreşgerên ala şoreşê ya Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr, Sînan Cemgîl, Hakî, Kemal Pîr, Sara û Erdal Erenan di roja îro de weke Paramaz Kizilbaşan li Kobanê bilind dikin, wê her hebin"

Daxuyaniyê de wiha hate gotin:

'Gêl divê ji AKP'ê hesap bipise'

"AKP di dema desthilatdariya xwe de û niha jî sûcdar e, berpirsyarê vê komkujiyê ye. Bi awayekî vekirî ev komkujî bi DAIŞ'ê re plan kiriye û fermana wê daye. Erdogan ê ku ji bo şikandina berxwedana Kobanê hewldaneke mezin nîşan da, bendewariya wî ya 'Waye Kobanê têk diçe' ji aliyê vî gelî ve nehatiye ji bîr kirin. Dîmen hene ku tê de xuya dike DAIŞ bi awayekî vekirî û bi dilrehetî ji sînor, ji deriyan derbas dibin. Her wiha tê zanîn ku çekên bi TIR'ên MÎT'ê ji DAIŞ'ê re dihatin birin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên heman dewletê ve hatin zeftkirin. Doza ku ji ber di manşeta rojnameyê de ev yek weşand li Can Dundar hat vekirin, operasyona bêdengkirinê ye. Di rewşeke ku ev sûc hemû li nave rastê ye de, ser komkujiyê bi daxuyaniyên şermezarkirinê yên rayedarên AKP'ê re nayê nixumandin. Bi teqîna hêrseke mezin re gel wê rabe ser piyan û hesap ji AKP'ê bipirse."

'Erîş nikare vîna ciwanan û jinan bişikîne'

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku ciwanên şoreşger-sosyalîst bi zanebûn hatine hilbijartin û got, "Dema çalakiyên demokratîk ên şoreşger, sosyalîst, Kurd yanî hemû derdorên têkoşer pêk tên, xemsariya polîs, walî-qeymeqam û rayedarên din ên dewletê derdikevin holê. Lê belê derbasbûna DAIŞ'ê bi roj û bi dilrehetî ji sînor, weke 'xemsariyê' nayê dîtin. AKP di vê êrîşa namerdî de hewl dide rola 'dewleta Tirkiyeyê ya mexdûr' bilîze û li ser xwîna ciwanan siyaseteke namerd dimeşîne.

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku ciwanên bi dilê bedew ên ji bo piştevaniya Kobanê ketin ser rê, nasnameya hêviyeke nû ye û destnîşan kir ku ev yek vîna yekîtiya têkoşîna li dijî faşîzmê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê êrîşê re şikandina vê vîna vejînê hatiye xwestin û hat gotin, "Ev pêkanîn li Gezî hat ceribandin, li Amedê, li Çewlikê, li Erzîromê hat ceribandin. Ev yek xwe negirtina li projeya HDP'ê ye, ku weke partiya hemû derdorên bindest, jin û gelan di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest xist. Di şexsê Kobanê de xweranegirtina li têkoşîna azadiyê ya Kurd, li serketina gelê Kurd e. Lê belê ti êrîşeke faşîst nikare vîna jin û ciwanan ku ji têkoşîna azadiyê ya gelan re pêşengiyê dike, bişikîne. Berevajî wê daxwaza têkoşînê, yekîtî, piştevanî û rêxistinbûyînê xurt û bilind bike."
'Ev komkûjiyek namerdî ye'

PAJK'ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

"Tevgereke ciwanan a sosyalîst-şoreşger a radîkal derketiye holê ku sîstem nikare wê kontrol bike û nikare di nava polîtîkayên modernîteya kapîtalîst de bihelîne. Hemû ciwan wê li ser bingeha pirsîna hesabê vê bikevin nava tevgerê. Rêhevalên me yên bedew ên diçûn Kobanê çi xweş digotin, 'Li Kobanê me bi hev re li ber xwe dan, em ê bi hev re ava bikin'. Ji bo vê avakirinê pêwîstî hîn bêhtir bi parastin, xwe parastin û rêxistinbûyînê heye. Ev êrîş û komkujiya namerdî, ji bo wezîfeya parastinê banga li ciwanan e. Pêwîste hemû zanîngehên veguherîne saziyên şaxê dewletê, dibistanên mêtîngeriyê werin valakirin û ciwan hemû derhal cihê xwe li nava refên azadiyê bigirin. Li dijî êrîşên rêxistinkirî û plankirî, dema dema rêxistinbûyîn û tevgerê ye. Têkoşîna sosyalîzmê ya rêhevalên me yên ciwan wê her tim mezin bibin. Li hemberî netewe dewlet a dijminê ciwanan, jinan, gelan, karker û kedkaran e, stêrka sosyalîzma demokratîk wê li ezmanên Kurdistan û Tirkiyeyê şewq bide. Wê tarîtiya ku jin û gelên Rojhilata Navîn lê tên ragirtin, ronî bike.''

(ch)