Li Hîndîstanê jinek bi sedema sêrbazî hate qetilkirin

17:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê jina 63 salî Purni Orang bi sedema ku sêrbaze bi serjê kirinê hate qetilkirin.

Li Hîndîstanê gundekî girêdayî eyaleta Assamê ye jina bi navê Purnî Orang a 63 salî hate ragihandin ku bi sedema sêrbazî dike pêşî cilên wê ji ser wê kirin piştre jî serjê kirin. Li gor agahiyan niştecihên gund ji ber nexweşiyek a li gund belav bûye Purnî sucdar kirine. Li gor nûçeya Independent jina 63 salî ji alî girseyek bi darê zorê ji mal hatiye derxistin û li ber çem pêşî cilê wê jê hatiye kirin piştre jî hatiye qetilkirin. Polîsên ku hatinê cihên bûyerê ji alî girseyê ve hatiye astengkirin lê piştre polîs xwe gihiştandine cenazeya Purnî Orang.

Hate ragihandin ku der barê bûyerê de 7 kes hatiye binçavkirin.

(ch)