Li Sêrtê agir bi daristanê ket

18:21

JINHA

SÊRT - Li Kurdîstanê şewata daristanan a li pêy hev pêk tê hilpekî Sêrtê jî bû. Li navçeya Hawêl (Baykan) a Sêrtê li qada daristanê agir derket û herî kêm 100 darên çamê şewitî

Li navçeya Hawel a girêdayî Sêrtê ye di navbera taxên Karşiyaka û gundê Nêrban (Obali) de dimîne mezraya Eyncirnî de agir bi daristanê ket. Agir ji alî şaredariya Hawel û Şefa Karsaziya Daristanan hate tefandin. Sedema agir hê nayê zanîn lê di encamê de 100 darên çamê tûne bû.

(ch)