Ji bo ciwanên SGDF'ê konên şînê hate vekirin

18:56

JINHA

STENBOL - Rêxistina HDP ya navçeya Kadikoyê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest daye konê sersaxiyê vekir.

Rêxistina HDP ya navçeya Kadikoyê ji bo 31 ciwanên SGDF' yî ya di komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan kona sersaxiyê vekirin. Di konê de pankarta ' Soza me li we roja hesabpirsînê dê bi xof be' hate vekirin û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane bi qerenfîlan hate dayîn. Her wiha kona sersaxiyê ku ala reş jî li lê hate daliqandin ji alî welatiyan û komên sosyalîst ve tê zîyaret kirin.

Li Cadeya Bihariyê jî ji bo Koray Çapoglu ya di komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest daye konê şînê hate vekirin. Di konê de ala spora Trabzonê hate daliqandin û pankarta ' Ji Velîdebagê heta Pirsûsê rêhevalên me yên hatin qetilkirin nayê ji bîr kirin.' Hate vekirin. Her wiha wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî hate daliqandin.


(ch)