'Ên xwezayê bombebaran kirin îro 32 canê me kuştin'

09:10

JINHA

ŞIRNEX- Oxir Ozkan ê li komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe jî dest da li Cizîrê bi tevlîbûna 50 hezar zêdetîr welatiyan hate rêkirin. Bavê Oxir, Mehmet Ozkan di merasîmê de axivî û got: '' Em gelin ne partiyek in' Mehmet da zanîn ku wî navê kurê xwe daniye Hogir lê ji ber ku dewletê qebul nekiriye navê wî guherandine û kirine 'Ugur'

Li Cizirê bi tevlîbûna 50 hezar zêdetîr welatiyan ciwanê têkoşer ê endamê Partiya Vesazkirina Sosyalîst( SYKP) Oxir Ozkan ê li komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe jî dest da hate rêkirin. Şîna Cizîriyan ê di seatên sibê de dest pê kiribû esnafan jî bi girtina dikanên xwe tevlî protestoya bûn. Li navçeya ku heya seata cenaze were bêdeng bû car carnan di nava zarok û polêsan de pevçûn derketin. Cenazeyê Oxir di seatên êvarê de gihîşt Cizîrê û li ser rêya Hezexê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin. Girseya ku di nav de parlemanterê HDP'ê yê Şirnex'ê Aycan Îrmez, Ferhat Encû, Faysal Sariyildiz, Hevserokê HDP û DBP'ê, Hevserokê Şaredariya Cizîr û Hezexê, Endamê SYKP'ê, gelek saziyên sivîl ê bajêr jî tevlî bûn. Di meşê de posterên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yê Oxir hat hilgirtin û pankartên wek "Dê kujer dewlet hesab bide" hate vekirin. Girse heta goristana Şehîd Berîvan bi dirûşmên "Şehîd namirin"," Kujer dewlet dê hesab bide" "Tolhildan" "Em ji şer re amade ne" berz kirin.

Ciwanan tedbîrên ewlehiyê girtin

Meşa ku heta goristanê berdewam kir de tedbîrên ewlehiyê ji aliyê ciwanên Cizrîrê ve hate girtin. Dema girse gihişt goristanê li ber goristanê merasimek hat li dar xistin. Merasîm, ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevserokê MEYA-Der'ê Mele Qasim Yîgît axaftinek kir. Mele Qasim destnîşan kir ku Oxir ji bo ku birînê Kobanê derman bike çûbû Kobanê û wiha got:"Zarokê gelê Rojhilata Navîn bi qetlîman naqedin. Bila her kes bizanibe ku wê disa bi sedan bi hezaran zarokên vî gelî berê xwe bidin Kobanê. Koban Cizîr e Cizîr jî Koban e."

'Ji bo jiyanek azad ketin rê'

Piştî Mele Qasim hevseroka SYKP'ê Necla Kurul axivî û da zanîn ku şervanê azadiyê ji bo jiyanek azad ketine rê û xwestine ku can bidin berxwedana Rojava û wiha pê de çû:"DAİŞ'ê hov destur neda ku ew bigihêjin armanca xwe. Ew dibêjin belkî bi qetlima tekoşîna me bi qedînin lê ji bo aşitiya Rojhilata Navîn çi ji destê me bê em ê bikin." Necla destnîşan kir ku wan bi berxwedana Gezî û Kobanê gelek serkeftin bi dest xistine û bendava ji sedî deh derbas kirine û wiha berdewam kir:" Dema em hêza xwe bigihînin hevdu em karin gelek tiştî bikin. Em siyasetek nû avabikin." Necla herî dawî di der heqê jiyana Oxir ya li Sitenbolê de agahî da û da zanîn ku Oxir ji aliyek tevlî çalakiya bûye ji aliyê din ve jî ji bo ku nanê xwe qezanc bike di şertên zehmet de xebitiye.

'Navê wî Hogir bû'

Bavê Oxir Mehmet Ozkan jî di merasîmê de axivî û piştî xêr hatina girseyê kir anî ziman ku dema ew vê girseyê dibîne êş û jana xwe ji bîr dike û wiha axivî: "Xwedê me daye encax xwedê me xilas bike. Bila kes xwe nexapîne em gelin em ne partiyek in. Em gelên bindest hemû yekin." Mehmet da zanîn ku wî navê kurê xwe daniye Hogir lê ji ber ku dewletê qebul nekiriye navê wî guherandine û kirine 'Ugur'

'Polîtiqayên inkar û imhayê di meriyetê de ne'

Piştî merasîmê cenaze hate defnkirin û girse ber bi Qeymaqamê ve meşiya û li vir daxuyanî hate dayin. Rêveberê HDP'ê Kadrî Bayik ê daxuyanî xwend û anî ziman ku polîtiqayên pişaftin, îmha û înkarê berdewam dike û hikûmeta AKP'ê jî vê yekê bi awayekî veşartî didomîne. Kadrî bi lêv kir ku AKP tevî hemû polîtîqayên xwe yên qirêj jî di hilbijartinan de bi ser neketiye û li hember vê yekê planên xwe yê şer xistiye meriyetê û wiha got:" Duh xwezayê bombebaran kirin îro jî 32 canê me kuştin. Berpirsyarê vê xwina rijiyayî hikûmeta AKP'ê ye. Êdî li hember vê yekê sebra me nema em bang li hemû derdorên demokrat dikin. Bila hemû li hember vê faşizma DAİŞ'ê û hevkariya AKP'ê re bêjin êdî bes e.'

Piştî daxuyaniyê girse ji bo taziyê çu mala gel a Cizirê

(ma/ch)