Ez dê biçim Kobanê çîrokên van pêlîstokan ji zarokan re bêjim...

10:28

Zehra Dogan-Beritan Ealyakut/JINHA

RIHA - Endama SGDF’ê Fîdan Kanlibaş a ku li gel hevalên xwe ji bo derbasî Kobanê bibe hat Pirsûsê û di êrîşa bombeyî de 32 hevalên xwe winda kir û ew jî birîndar bû, diyar kir ku ew dê biçe Kobanê û çîroka van pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bêje. Fidan Kanlibaş, anî ziman ku êdî naxwaze ji vir biqete, tenê xwesteka wê çîroka hevalên xwe û pêlîstokan ji zarokan re bêje.

Di 20'ê Tîrmehê de li navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Şaredariya Pirsûsê li dijî 300 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşa bombeyî de 32 ciwan hatin qetilkirin û 74 ciwan jî birîndard bûn. Di êrîşa bombeyî de endama SGDF'ê Fîdan Kanlibaş jî birîndar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Niha ji ber êş û jana windakirina hevalên xwe nikare biaive. Lê ji bo em êşa wê parve bikin û hinekî rehet bikin me xwest serpêhatiyên wê guhdar bikin û bi xwendekarên xwe re parve bikin. Em Fidan ji bûyerên 6'ê Tîrmehê yên li Pirsûs û Kobanê pêk hatin nas dikin. Fidan, di êrîşên li dijî Kobanê de hat navçeya Pirsûsê û li ser sînor nobet girt.

‘Armanca me aramî û kenandina zarokan bû'

Ez ji meha Mijdarê heta niha li Kobanê ji bo zarokan xebatan dimeşînim. Ji bo demek kurd malbata xwe ya li Îzmirê dijî ziyaret kir. Min di çarçoveya xebatên SGDF’ê de li navçeya Pirsûsê xebat dimeşand. Ez jî wekî kesek welatparêz li Pirsûsê tevli xebatan bûm. Di bin baneyê SGDF'ê de gelek ciwan li hev kom bûn û xwestin biçin ji bo zarokên Kobanê xebatê bimeşînin. Terê armanca me ew bû ku em zarokan aram bikin û ruyê zarokan bikenînin. Me xwest ruyê zarokên kobanê bidin kenadin.

'Em ê ji bîr nekin'

Em serê sibê wekî koma Îzmirê li hev kom bûn û ketin rê. Me ji bo zarokan cilên rengîn stendibûn.
Ji ber ku cih li cem me tunebû, me ew cilên zarokan li TIR'a piştevaniyê ya HDP'ê bar kir. Di rêwîtiyê de me li gelek cihan navber da û di navberan de me stranên şoreşê stra. Gelek hevalê me qet Pirsûs û Kobanê nedîtibûn. Heyecan û kelecçan pir zêde bû. Ji ber kêfxweşiyê pir bi coş bûn.

‘Vê carê li heman cihê bedenên bêrûh hebûn'

Ewil koma Îzmirê hatin Pirsûsê. Çawa em hatin Pirsûsê em derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Amara bûn. Ji ber ku em westiyabûn gelek hevalên xwe li erdê dirêj kirin. Kê dizanîbû ku dê piştî demekê li şûna bedenên zindî, bedenên bêruh dirêj bibin. Piştî me taştê amade kir û hemû heval amade bûn, me bi hevre dest bi taştê kir. Piştî taştê hin hevalan govend gerandin, hin hevalan jî niqaşên siyasî meşandin. Di çavê hemû hevalan de ronahiya şoreşê û serkeftinê hebû. Her kesî projeyên xwe yên nû bi kelecanek mezin parve dikirin.

Tirsa me ew bû ku em derbasî Kobanê nebin'

'Min got em nikarin derbas bibin em 200 kes hene. Wan ji got ‘Ew qas mirov de çawa di vir de hilên. me şûna 50 kesan amade kiriye.' Min jî got 'Dilê we yê mezn heye cihê her kesî heye' Bi rastî jî wisa bû.

‘Beden perçe bûn'

Çawa ku stranên şoreşê dest pê kir, teqîn pêk hat. Hêj ciwanan nû dest bi silogana ‘Bijî biratiya gelan' kirin teqîn pêk hat. Beden li çar aliyan belav bûn. Me berçeyê bedenên hevalên xwe bi destê xwe kom kir. Ev êşek nayê vegotin. Gelek hevalên me, di bin bedenên bêruh de mabûn. Bifikirin, em di bin bedenên bêruh yên hevalên xwe yên ku stranên şoreşê digotin de mabûn. Ez bawer dikim ku hemû hevalên wekî min di bin bedenên bêruh de mabûn dixwestin wê kêliyê nejîn û we jî wekî wekî hevalên xwe tev li karwanên nemir bibe.

'Min êşa herî mezin di vê kêliyê de jiya'

Di jiyanê de dema ez xwînê dibînim ez ji ser xwe diçim. Lê di vê kêliyê de dema min bedenên perçebûyî yên hevalên xwe dît, min xwe li bedena wan pêça. Yên birîndar îşareta serkeftinê bilind kirin. Ez berê jî çûm Kobanê. Min kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan dît. Li Pirsûsê min gelek êrên mezin dît. Lê heta niha bi qasî vê êşê ez neheşiyam. Herî zêde vê êşê tesîr li ser min kir. Ji ber ku mirov û hevalên ku 5 deqîqe berê ez li gel wan di axivîm perçe perçe bûbûn.

‘Me fam kir ku lorîna dayikan çima ew qas bi êş e'

Ez mirovek elewî me. Her çend ez li herêma Kurdistanê nejiya bim jî ez dizanim wateya van lorîn û qerînan çiye. Van zimêr û lêrînan her dem zilma dewletê vegot. Bi vê êşê me qerîn, hawar, lorîn û zimêra dayikan baştir fam kir.

‘Şaredariya Bajarê Mezin xwîn paqij kir'

Piştî bûyerê rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hatin xwîna diherikî bi ken paqiş kirin û çûn. Rojek berê li vir mîtîng pêk hat. Dikarîbûn êrîşa bombeyî li vir jî pêk anîbûna. Lê bi zanebûn teqîn li vir pêk anîn. Xwestin kurdan bi tenê bihêlin. Ji ber ku tehamul nakin ku gelên din piştevaniya kurdan bikin û naxwazin gelên din jî dest dirêjî kurdan bikin. Di rewşên azadî ye polîs destûr nadin ku çûk bifirin. Lê wê rojê maşîneyên ku ew qas kesên biyanî ji derve anîn lêgerîn nekirin. Tenê maşîneya ku ji Stenbolê hatin di lêgerîna hûrik re derbas kir. Li ser her kesî lêgerîn pêk anîn, lê li ser kesekî lêgerîn pêk neanîn. Vê yekê em xistin nava fikaran. Lê ji ber dilê hemûyan pak bû wate nedanê. Em nefikirîn ku kesekî wisa dilxerab di nava me de hebe.

Ez xwazim ji vir biqetim. Ez biçim ez dê pir nebaş bibim. Ez dixwazim van pêlîstokên ku hevalên me anîne bigînim destê zarokên Kobanê. Ez çîroka van pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bêjim.

(mae/ch)