'Hemû gel dê bi me re têbikoşin'
11:42
JINHA
AMED - Jinên Amedê bertek nîşanî komkûjiya li hember ciwanên SGDF'ê pêk hat kirin û anî ziman ku dewlet dêleva parastinê zirara herî mezin dide civakê û wiha axivîn: '' Heta niha her tim Kurdan serî rakirin lê ji vir şunde wê gelên Tirk, Elewî, Ermenî, Çerkez û Laz hemû dê bi Kurdan re têbikoşin. AKP heger şer pir dixwaze bila zarokên xwe bişîne.
Bertekên komkûjiya li hemberî Endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji her aliyê civakê bilind dibe. Jinên Amedê jî AKP'ê berpirsyarê komkujiyê nîşan da û diyar ku AKP DAÎŞ'ê xwedî dike. Welatiya bi navê Nezîre Baran jî komkûjî şermezar kir û got: Em dizanin ku ev hêzên tarî AKP û DAÎŞ'ê. Her du bi hev re tevdigerin. Ew kesên ku li ser sinor gazan li ser me dibarand DAÎŞ'ê jî li paş xwe vedişart. Him behsa pêvajoya çareseriyê dikin him jî li Dîlok, Pirsûs û Hatayê endamên çeteyan bi cîh dikin. Ji bo gelê Kurd êdî cejn nemaye. Dewlet zarokên me yê 2 salî digre binçavan lê haya wan ji qetlîamek wisa çênabe? Em pir xemgînin û di şînê de ne''
'Êdî hemû kes wê bi Kurdan re têbikoşin'
Hanîfe Akpolat bal kişand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, AKP û Emnîyet agahiya wan ji vê komkûjiyê heye û got: ''Hemû kes divê vê komkûjiyê şermezar bike. DAÎŞ û AKP bila êdî destê xwe ji ser Kurdan bikişîne. Komkujiya Pirsûsê jî berdewamiya komkûjiya Amedê ye. Ji qetlîaman têr nebûn? Heta niha her tim Kurdan serî rakirin lê ji vir şunde wê gelên Tirk, Elewî, Ermenî, Çerkez û Laz hemû dê bi Kurdan re têbikoşin. AKP heger şer pir dixwaze bila zarokên xwe bişîne.''
'Xwedî li gelên xwe derbikevin'
Ozlem Deniz jî der barê komkûjiya Pirsûsê de axivî û da zanîn ku ev komkûjî ji bo derxistina şer e û wiha axivî: '' Em her çiqas dibêjin aşitî ew her tim dest bi girtin, kuştin û bombebarankirinê dikin.'' Ozlem destnîşan kir ku AKP serkeftina HDP'ê ya derbaskirina bendê hezmnekiriye û ji ber vê jî êrîşên li ser gel zêde dike. Ozlem axaftina xwe wiha domand: '' Dewlet ji bo parastina gel tû tiştek nake dêleva wê êrîşên xwe zêde dike. Saziyên civakî jî berpirsyariya xwe nayine cîh û ez ji vir bang dikim ku bila xwedî li gelên xwe derbikevin.''
'Dewlet zirara herî mezin dide civakê'
Fatoş Bozboga jî komkûjiya Pirsûsê şermezar kir û da zanîn ku kesên aşitîxwaz her tim ji alî hêzên tarî ve tê qetilkirin û diyar kir ku ligel gelê Kurd li hember hemû gelên Rojhilata Navîn polîtîqayên qîrkirinê tê meşandin û wiha berdewam kir: '' Heger hinek ji bo vê komkûjiyê dikare bejê ' baş bûye' ev tê wê wateyê ku êdî mirovahî nemaye. Lewre kesekî bêje ez mirovim nikare ji vê komkûjiyê kêfxweş bibe. Ev derûniyek marazî ye. Dewlet dêleva parastinê zirara herî mezin dide civakê lê ev gel çiqas were kûştin jî dê ber xwe bide û tû carî dev ji têkoşîna xwe bernede.''
(ch)