'Heta DAÎŞ di Şengalê de be runiştin li me heram e'
12:16
Tugba Akyilmaz/JINHA
ŞENGAL - Dîroka 3 Gelawêj 2014 salvegera komkujiya Şengalê ye. Jinên Ezidî ya 72 fermana dîtine di komkujiya dawi de tî, birçî û pêxasî bi zarokên xwe ve bi rojan meşiyan. Naîma Faris a ji Şengalê ye diyar kir ku hêzên YPG/HPG'ê wan xilas kiriye û bang li hemû Êzidiyan kir ku li hemberî çeteyên DAİŞ'ê têbikoşin.
Mirovahî şahidiya vahşeta DAİŞ'e bi riya televizyona kir. Jinên ku zarokên xwe hembêz kiribûn û direviyan, di bin germahiya havînê de bi rojan meşiyan. Kesên extiyar, zarok, jinên dûcanî… Hemû cîhan jî fermana Êzidiyan a 73' ya bi vî awayî temaşe kiribûn. Her wiha bi hezaran jinên ku ji alî çeteyan hatibû revandin û li bazaran hatin firotan jî. Ji ser komkujiya Şengalê ya 3 Gelawêj 2014'an de pêk hatibû salek derbas bû. Êzidiyên ku xwedî dîrokek êş û elemin anîn ziman ku tû carî êşek bi vî awayî nejiyandine.
'Berê di zinaran de amadekarî dihat kirin'
Naima Faris a 45 salî ji gundê Siba Şêx Xidir e û heftekî berî komkujiyê emeliyata malzarokê bûye û ew jî di wê rewşê de ketiye rê. Naîma da zanîn ku ji hebûna 17 hezar peşmergeyan bawer bûne û ewlehiya xwe negirtine û got: '' Me nizanîbû ku wê me li ber destê guran berdin û bikin êm'' Naîma anî ziman ku berê di zinaran de amadekarî dihat kirin lê niha bîra tiştek bi vî awayî nekirine û wiha pê de çû: '' Ji me re gotin bila tû kes nereve, em ê tekelên maşîneyên wan biteqînin. Li hin gundên ku gel ji bo revandinê hewldane jî dihat gotin ku gule barandine ser gundiyan.''
'Me 12 rojan xwarin nexwarin'
Naîma destnîşan kir ku dema komkujiyê emelîyatkirîbû û taqata wê ji revê re tune bû û wiha axivî: '' Min digot çi dibe bila bibe êdî ez nikarim biçim. Lê zarokên min, min bernedan. Ez ji nav keviran bi zikkêşkî derbas bûm û cilên li ser min perçe peçe bû. Me 12 rojan xwarin nexwar ku min êdî li ser rê nanê hişk digeriya. Min ji bo zarokan ji miyan şîr didot ku zarok karibin hinek li ser xwe bisekinin. Bûka min pêlavên xwe jî negirtibû û reviyabû, min ferek pêlava xwe da wê û me êvaran van pêlavan didan ber serê xwe û radizan.''
'Zarok ji bo xwarinê bang dikirin'
Naîme da zanîn ku ji pişt wan havan dihat avêtin û axaftina xwe wiha domand: ''Min jî lez da meşê û nigê min li kevir ketibû ku hê jî tiliya min diêşe. Me gorên kevn ji derdorê topdikirin û dêleva solan li xwe dikirin. Nêviyên min ji teyarê re destên xwe li ba dikirin û bang dikirin ku ji wan re xwarin bavêjin.''
'Şengal cihê mahşerê bû'
Naîma bi girî vegot ku birayê wê, bûka wê û xwarziyên wê ji alî çeteyan ve dil hatiye girtin û wiha axivî: '' Malbata birayê min teva ketin destê wan. Niha rewşa wan çi ye, çi anîn serê wan em nizanin. Kezeba me şewitandin, mala me xira kirin. Me çi bi wan kiribû, ji me çi dixwestin? Rojek me yê bê girî derbas be tûne ye.''
Naîma bal kişand ku roja êrîş hate kirin Şengal wek cihê mahşerê bû û wiha pê de çû: '' Em derketin serî çiya bangî me kirin û gotin ' werin xwarê li wir hûn ê ji tîna bimrin.' Em cardin hatin xwarê û 9 rojan li binya çiyê de em man lê ji ber ku cihê em lê bûn ne bi ewlehîbû em cardin derketin çiyê û me dît ku gel li ser çiyê bicîh bûye, nan çêdike, jiyanek ava kirine.''
'Ji her malî divê kesek tevlî berxwedanê bibe'
Naîma diyar kir ku şervanên YPG/HPG'ê wan ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirine û li kampê bicîh kirine. Naîma axaftina xwe wiha domand: '' Heger ew şervanên ciwan nebûne yek Êzidî jî ji çiyayê Şengalê nikarîbû xwe saxî xilas bikira. Piştî em li kampê bicîh bûn kurê min jî tevlî hevalan bû. 11 mehe min kûrê xwe nedîtiye. Tenê carê ez bi telefonê pê re axivîm, ji min re got 'Heta ku DAÎŞ di Şengalê de be ez nayêm û di wan konan de rûnanim. ' Heger hemû ciwanên Şengalê bi vî awayî bifikiriya niha Şengal rizgar bûbû, em jî di mala xwe de bûn ''
Naîma bal kişand revandina jinên Şengalê jî û anî ziman ku heger ji her malî kesek tevlî parastinê biba dê niha ne di vê rewşê de bana û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Roj roja namûsê ye. Heger em li xwîna xwe, ol û namusa xwe xwedî dernekevin em ê çawa ji xwe re bêjin 'em Êzidî ne' YBŞ arteşa me ye û divê hemû Êzidî tevlî parastina xwe bibe. Heta DAÎŞ di Şengalê de be runiştin li me heram e.''
(ch)