Li Dêrsîmê abîdeya Sakîne Cansiz tê vekirin
13:22
JINHA
AMED - Ji bo bîranîna pêşengê PKK'ê Sakîne Cansiz a di komkûjiya Parîsê de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê abîdeya wê tê ji alî KJA'yê tê vekirin. Gelek jin jî dê tevlî vekirina abîdeyê bin.
Ji bo bîranîna pêşengê PKK'ê Sakîne Cansiz a di komkûjiya Parîsê de bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re di 9 Çîle 2013'an de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê abîdeya wê hat çêkirin. Abîdeya ku bi pêşengtiya Kongreya Jînên Azad (KJA) û bi keda jinan a hevpar hate çêkirin dê di 1'ê Gelawêjê de were vekirin. Ji bo vekirinê li bendê ne ku ji alî Tirkiyê û Kurdîstanê bi hezaran jin tevlî bibin. Di vekirina abîdeyê de pêşangeha weneyên têkoşîna Sakîne Cansiz vedibêje û xwendina helbestan dê were kirin. Hunermend Ayfer Dûztaş jî dê bi stranên xwe tevlî bibe.
Berî vekirinê jî dê ji alî malbata Sakîne Cansiz xwarin were dayîn.
(ch)